BI DÎMEN

'Azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jli Tirkiye û Rojhilata Navîn û aşîtiyeke mayînde rola Rêber Apo xwedî giringiyeke jiyanî ye û azadiya Rêber Apo dê tevkariyên giring li vê pêvajoyê bike.

ÇÎGDEM KILIÇGUN ÛÇAR

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar derbarê pirsgirêkên hiqûq û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, zextên li ser çapemeniya azad, pêvajoya jinûveavakirina Rojhilata Navîn, modela xweser û demokratîk a Rojavayê û rola Rêber Apo di çareseriya Kurd de ji ANF'ê re axivî.

‘NÊZÎKATIYA DESTHILATA AKP/MHP'ê YA LI PIRSGIRÊKAN NE ZELAL E' 

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke cidî ya hiqûq û edaletê heye û operasyonên desthilatê yên li dijî kedkarên çapemeniya azad, ESP û pêkhayetyên ku têkoşîneke demokratîk bi rê ve dibin nîşan dide ku nêzîkatiya desthilatê ya li hember pirsgirêkan ne zelal e. Ûçarê diyar kir ku ev yek di heman demê de bêtehemulî û neqebûlkirina derdora demokratîk e. 

‘RÊBAZA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN MODELA ROJAVAYÊ YE'

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku Rojhilata Navîn hem navenda Şerê 3'emîn ê CÎhanê ye hem jî ji bo dewletên ku dixwazin xwe hêzdar bikin qadeke krîtîk e. Ûçarê bal kişand ser wê yekê ku berdewamiya fikir û rêveberiyên xwe ji pergala kapîtalîst rizgar kirine, giringiya stratejîk a rojhilata Navîn zêdetir dike û çavkaniyên binerdî jî vê giringiyê xurttir dike û got, "Modela rêveberiya xweser û paradîgmaya demokratîk û li ser esasê azadiya jinan 13 sal e li Rojava di meriyetê de ye û ne tenê Rojhilata Navîn ji bo hemû cîhanê bûye pergaleke hêvîbexş. Lê tevî vê yekê Tirkiye êrîşên xwe yên li ser herêmê didomîne û ev rewş tebloyeke dijberî pêvajoyeke mihtemel a aşîtiyê ye."

‘NABE DAXWAZ DI NAV PERGALEKÊ TENÊ DE BÊNE PÊNASEKIRIN'

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku êrîşên li dijî gelê sivîl yê Rojava ku ji bo ku rêveberiya xwe ya xweser biparêzin li ser Bendava Tişrînê nobedê digire nayên qebûlkirin. Ûçarê diyar kir ku çareseriya demokratîk êdî pêdiviyeke lezgîn e û ev ji bo hemû gelên Tirkiyeyê xwedî giringiyeke jiyanî ye. Ûçarê her wiha anî ziman ku nabe ku daxwaz di nav pergalekê tenê de bêne pênasekirin, avaniya xweser a Rojavayê li ser vê mijarê serbendên giring pêşkêş dike. 

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE'

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser giringiya pêvajoya ku bi nîqaşên li ser gotinên Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî dest pê kirî û niha giheştiye merhaleyeke nû û diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêber Apo re tên kirin ji bo geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî cihekî giring e.

Ûçar diyar kir ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, di mijara avakirina aşîtî û demokrasiyê de rola Rêber Apo qebûl kirine, loma azadiya Rêber Apo dê tevkariyên giring li vê pêvajoyê bike û ji bo vê yekê têkoşîn pêwîst e. Ûçarê herî dawî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo, rê li ber nîqaşeke xwedî şert û mercên wekhev digire, loma divê Rêber Apo pirsgirêkê bi awayekî azad bigire dest û bibe xwedî mekanîzmayên çareseriyê.