Ji dîplomasiya Kurdistanî piştgiriya ji bo namzetên DEM Partiyê

Komîteya Dîplomaisya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanî ji bo namzetên DEM Partiyê yên hilbijartinên xwecihî banga piştevaniyê kir.

Têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û Kesayetên Serbixwe yên Kurdistanî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de piştgirî ji namzetên DEM Partiyê yên ji bo hevşaredariyan hate dayin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasiya Hevbeş, roja 23.03.2024an, civîna xwe ya bîstûhftemîn li gel Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda  KNK'ê, li Brukselê pêkanî. Di civînê de beşek ji nîqaşan li ser hilbijartinên herêmî (xwecihî – hilbijartinên şaredariyan) yên bakura Kurdistan û Turkiyê bû. 

Civîn, bi yekdengî vê biryar û banga li jêr, ji reya giştî re radigihîne:

Piştî hefteykee din li Tirkiye û Bakurê KUrdistanê hilbijartinên herêmî pêk tên. Berendamên Kurd jî tevlî van hilbijartinan dibin. Berendamên Kurd bi hevkarên xwe ve, di lîsteya Partiya Wekhewî û Demokrasiyê ya Gelan – DEM Partiyê de beşdarî hilbijartinan dibin. Ev e du dewre ne îradeya gelê Kurd, ji teref rejîma faşîst ya AKP-MHP'ê ve tê binpêkirin û şûna kesên hatî hilbijartin de kayûm têne danîn. Hilbijartinên herêmî girîng in, beşek ji îrade diyarkirina gel e. Divê gelê me di vê hilbijartinê de carek din xwedî li îradeya xwe derkeve û qeyûman ji bajarên Kurdistanê derxe. 

Civîn, tevlîbûna Kurdan di hilbîjartinan de gelek girîng dibîne, bang li hemî Kurdan û dostên Kurdan dike ku roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin berendamên DEM Partiyê."