Ji dema vegera Talîbanê û vir ve li Elmanyayê dersînorkirinên ewil

Elmanya, piştî ku Talîbanê li Efganîstanê desthilatdarî bi dest xist, dersînorkirinên ewil a ber bi Kabîlê ve da destpêkirin. Tê îdîakirin ku kesên hatine dersînorkirin ji kesên sûc kirine pêk tên.

Ji Balafirgeha Leîpzîg- Halle’yê balafireke ku tê de kesên ber bi Efganîstanê tên dersînorkirin rabû.

Agahiyên ku ji aliyê kovara Der Spîegel ve hatin weşandin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Eyaleta Saksonyayê ve hatin piştrastkirin. 

Çavkaniyên fermî yên ji ajansa DPA ya Elmanyayê re axivîn, ragihandin ku dersînorkirineke bi vî rengî ji sala 2021’an û vir ve piştî Talîbanê li Kabîlê desthilatdarî bi dest xist, yekemcare tê pêkanîn.

Balafira Rêyên Hewayî ya Qatarê saet di 06:56'an de ji Leîpzîgê ji bo Kabîlê rabû.

PIŞTÎ ÊRÎŞA BI KÊRÊ, DERSÎNORKIRIN HÊSANTIR BÛ

Tê diyarkirin ku di balafirê de herî kêm 28 'sûcdar' ên Efganî hene. Têkiliyên dîplomatîk ên Elmanyayê bi Talîbanê re nîne.

Di dawiya meha Gulanê de piştî êrîşa bi kêrê ya Efganekî li Mannheîmê, ku di encamê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn, Serokwezîr Olaf Scholz ragihandibû ku ew ê 'sûcdarên xetere û terorîst' ji nû ve ji bo Efganîstan û Sûriyeyê dersînorbikin.