Ji Cenevreyê bang: Tirkiye rêz ji agirbestê re bigire-NÛ BÛ

Ji bo civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê hata 25’ê Mijdarê navber hate dayîn.Nûnerê NY’yê Pedersen ê piştî civînan daxuyanî da bang li Tirkiyeyê kir ku rêz ji agirbestê re bigire. Rejîmê nerazîbûn nîşanî NY'yî ya li dijî êrîşên bêdeng dimîne da.

Civînên Komîteya Destûra Bingehîn a 150 kesî ya 30’ê Cotmehê bi fermî li Ofîsa Cenevre ya NY’yî ya di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye destpê kir, piştî civînên hefteyekê ya desteya destûra bingehîn a 45 kesî û şûnde îro di saetên şevê de bi dawî bû.

Piştî hefteyekê û şûnde di saetên şevê de civîneke çapemeniyê hate lidarxistin, li ser civînan agahî hatin dayîn. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY’yê Geîr Pedersen îdîa kir ku civîn serketî derbas bûne, diyar kir ku wê civîn 25’ê Mijdarê destpê bikin. Pedersen ragihand ku her du aliyan anîne ziman ku wê 25’ê Mijdarê li gel hev bicivin,  destnîşan kir ku civînên heta niha hatine kirin ji bo hemû aliyan ji berî her tiştî bû sedma pêşxistina rewşeke bi bawer.

PEDERSEN: RÊZ JI AGIRBESTÊ RE BIGIRIN

Piştî daxuyaniyê li ser pirsa rojnamevanekê ya ‘dema ev civîn dewam dikir, êrîşên Tirkiyeyê dewam dikir. Gund û bajar tên hilweşandin, di van civînan de we ev êrîş şermezar kirin an ne? Dîsa rêjeya Kurdan a di civînê de çiqas e?’ Pedersen got: “Di nava Komîteeyê de bi vekirî dengên Kurdan tê bihîstin, weke berê min gotî, ez jî sekreterê giştî jî me li ser rewş mirovî û bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin daxuyanî dabûn. Weke berê jî me gotibû, niha jî dibêjim; banga lezgîn a agirbestê dikin, banga li gorî agirbestê tevger kirinê dikim.”

Li aliyê din di nava komîteya ku nunerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatî vexwedin de, tenê du Kurd cihên xwe digire.

Piştî Pedersen nûnerê Heyeta Şamê Ahmed El Kuzbarî diyar kir ku qet qebûl nakin ku hêzeke dagirker xaka Sûriyeyê dagir bike û got: “Ji bo pêşveçûna xebatên destûra bingehîn divê her kes rêz ji serbixwebûna Sûriye, yekparebûna Sûriyeyê bigire û ji bo domandina têkoşîna li dijî terorê weke şert bê dîtin.”

Kurbazî nerazîbûn nîşanî NY ya ku li dijî qetlîam bêdeng dimîne da û got: “Li gel NY’yê pêvajoyek li ser esasê serweriya Sûriye, serxwebûn û yekpareyiyê bi rêve diçe. Belê di demekê de ku dagirkeriya Tirk li ser xaka me dom dike, em ê çawa serxwebûn û yekparebûna xaka xwe biparêzin. Gelo di vê mijarê de ma em ê li gel NY’yê li ser kaxezê li hev bikin?”

Kurbaz herî dawî got: “Em ji bo deweletek nû avabikin nehatine Cenevreyê, divê hemû komîte vê baş bibînin.”