Ji bo Tirkiyeya nû ‘Tifaqa Demokratîk’ hate avakirin

Li Berlînê di konferansa “Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk lêgerîna peymana civakî” de ‘Tifaqa Demokratîk’ hate avakirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê konferansa ''Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk lêgerîna peymana civakî'' bi xwendina encamnameyê bidawî bû. Parlamenterên partiyên muxalif yên li Tirkiyeyê HDP, CHP û Partiya Saadet jî di nav de gelek akademîsyen, zanyar, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî konferansê bûn. Di dawiya konferansê de ‘Tifaqa Demokratîk’ hate ava kirin.

Di encamnameya konferansê de ku bi pêşniyarên komên xebatê hate amadekirin Tifaqa Demokratîk hate avakirin û kesên ji komên etnîk, nêrinên siyasî û saziyên rêxistinên civaka sivîl pêk tê pêşengtiyê dikin. Encamnameya konferansê ku tê de ‘Tifaqa Demokratîk’ hate avakirin ji aliyê Mûstada Altioklar, Zubeyde Sari, Yuksel Koç, Can Dundar, Besîme Kona, Latîfe Akyuz, Fatoş Goksûngûr û Çetîn Gurer ku di nava komîteya amadekar de cih digrin ve hate amadekirin.

Di beşa dawî ya konferansê de encamname ji bo beşdarvanan hate pêşkêşkirin û ji aliyê derhêner Mûstafa Altioklar ve hate xwendin. Di encamnameyê de bal hate kişandin li ser bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê û wiha hate gotin; “Piştî pêvajoyekî dirêj a zextan, hêzên ku baweriya wan bi demokratîbûna Tirkiyeyê heye hatin gel hev û hate dîtin ku bi vê re zext dikare werin paşvexistin. Bi saya tifaqa hatî avakirin di hilbijartina Stenbolê de ku hatibû qezençkirin û disan hate dabarekirin û hate qezençkirin de biryardariya xwedî li îradeya gel derxist holê.”

Di encamnameyê de hate diyar kirin ku heman îrade dema qeyûm tayînkirina şaredariyên Amed, Mêrdin û Wanê de jî derket holê û ev tişt hate gotin; “Îtiraza bihêz ya li dijî vê helwesta ku bingehê demokrasiyê tine dihesibîne ne tenê dersek da desthialtdariyê ji bo civakê bû hêvî. Niha demê wê ye ku ev biryardariya bi peymanekî civakî veguherandina îradeya “di nava aştiyê de bi li gel hev jiyîn” û mayînde hiştine.”

Parlementerên ji partiyên cuda, nûnerên rêxistinên girseyî yên xebatan li Ewropayê dikin, akademîsteyên li sirgûnê dîsa rojnamevan, siyasetmedar û hunermendên di konferansê dee hatin ba hev, di encamneya bal hate kişadin nêrînên xwe wiha anin:

“Ev cara yekê ye ku gelek mirovên ji nêrînên cuda tên ba hev. Di nava van du rojan de bi ji ezmûnên me ji ceribînên cuda yên dîrokê girtî, ne bi cihêkariya xwe, me aliyên xwe yên hevpar derxist holê. Yên ku hêlan em bên ba hev, ne dijminahiya kesên em weke dijmin îlan kirine bibin dijmin; a em anî ba hev heskirina me ya welat, baweriya me ya bi demokrasî, hestyariya me ya azadiyê, daxwaza aştî, israra me ya wekhevî, baweriya me ya bi edalet, têkoşîna me ya bi maf û soza biratiyê ye. Me li vir xeyala em ê çawa bi hev re bijî pêk anî.

Me li ser bê ka wê destûreke bingehîn a sivl ku bi hev re di nava aştiyê de bijîn, dîsa dewleteke ku xwe dispêre wekhevî, pir rengî, azadîxwaz, demokrasiyek laîk hate gotûbêjkirin. Xwedî li van têgînan derketin, me dît ku em xwedî beşa herî berfireh in, hêzên xwe li dorî van rêgezan kirina yek em dikarin Tirkiyeke demokratîk a ku xwe dispêre hiqûq û diyalogê.

Her wiha 10 komên xebatê yên di bin sêwana konferansê de hatin avakirin li ser bingehê derketina Tirkiyeyê ya ji tarîtî û dîsa li ser peymaneke civakî ya li ser têgihên li bendê û têgehan, wê destpêkê mijarên bingehîn bêgirtina dest, dem dirêj wê li ser aqileke hevpar gava yekem a xebatê bikin. Dîsa ji bo domandina xebatê, peywendiyên navbera kesên tevlî konferansê bûne û ji bo bi girseyî konferansên nû bê lidarxistin û belavkirin amadekarî wê bên kirin.”

Encamên ji Îtifaqa Demokrasî ya di konferansê de hate îlankirin ku diwateya encamnameyê de bû ev hate gotin: “Di têkoşîna li dijî şer aştî, li dijî tirsê cesaret, li dijî sepandinê gotûbêj, li dijî şer li hevkirin, li dijî rizînê xwe nûkirin, li dijî cihêkariyê bihevrebûn, li dijî yek rengiyê pir rengî, li dijî desthilatê wekhevî, li dijî otorîteriyê jî demokrasî û hiqûqê de me dibêjin em hene, li gel hev in û bi biryar in.”

Her wiha ji bo organîzekirina xebatan a demê bê jî sekreterek hate avakirin. Sekreteriya ku ji beşên cuda yên weke siyasetmerdar, rêxistinên civaka sivîl, hunermend û mirovên zana 10 kesên Tirkiyeyê pêk tên.