Ji Berlînê banga ‘Demokrasî dîl girtiye, divê dîl bê azadkirin’

Di konferansa li Berlînê ku mûxalîfên li Tirkiyeyê li hev kom bûn de, Wekîlê CHP’î Alî Şker got: “Demokrasî dîl girtiye, divê dîl bê azadkirin” û wekîlê HDP’î Sancar jî got: “Desthilata AKP’ê ronahiya dawiya tunelê ku wê bide guhertin dît.”

Li paytexta Elmanya Berlînê konferansa bi tevlîbûna gelek akademîsyen, zanyar, siyasetmedar û rojnamevan li dor konferansa bi navê ''Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk lêgerîna peymana civakî'' hatibû destpêkirin dewam dike.

Di vê beşê de ‘Tirkiye ber bi kû ve diçe’ hate nirxandin.

Rûniştina ku akademîsyena aştiyê Nîl Mûtlûer moderetorî kir partiyên muxalîf û parlementerên Tirkiyeyê hatin ba hev.

Parlementerê CHP’ê Alî Şeker û Parlementerê HDP’ê Prof Dr. Mîthat Sancar axivîn.

Şeker bal kişand ser krîzên aborî û krîzên derdikevin û got: “Di pêvajoyekê de ku hejarî gel perîşan dike em bi şerê etnîkî re mijûl in.”

Şeker anî ziman ku daraz ketiye destê desthilatê û got: “Sazî û demokrasî dîl hatiye girtin. Divê operasyona dîlgirtinê serketî bi encam bibe. Desthilat vê civînê dike hedef. Ji ber ku hatina me ya ba hev desthilatê ditirsîne.

Parlementerê HDP’ê Prof Dr. Mîthat Sancar jî bal kişand ser bûyerên piştî bûyerên hilbijartina 7’ê Hezîranê û şopandina rêbazên ku desthilata AKP’ê xwe li ser lingan bigirin.

Sancar got: “Ev desthilat ji mezinbûna HDP’ê ditirse. Ji ber ku HDP’ê hemû Tirkiye himêz kir ji vê tirsiyan. AKP’ê cara yekê dît ku bi tena serê xwe êdî nikare bibe desthilat. AKP-MHP’ê ji bo vê îtifaq kirin.” Sancar destnîşan kir ku desthilata AKP’ê ronahiya dawî ya tunelê ku AKP’ê bide guhertin dît û got: “Di vê tunelê de astengî, pirsgirêk hene, niha divê çareseriya wan gotûbêj bikin.”

Herî dawî Parlementerê Partiya Saadetê (PS) Cîhangîr Îslam jî axivî û têkoşîna MEZLUM-DER bibîr x ist û diyar kir ku demê desthilata AKP’ê ya 28’ê Sibatê dewam dike. Îslam got: “Eger ku hiqûqa îdeolojî ya fermî bê tayînkirin ev dibe bi navê 28’ê Sibatê yan jî bi navekî din darbe ye.”

Konferans piştre bi navê ‘Xebatên lêgerîna peymanên civakî’ 7 kom avakirin. Koma ‘Aştî û Demokrasiyê’, ‘Jin, LGBTÎ, Ekolojî’, ‘Nelirêtî, bêkarî û ked’, ‘Gel û bawerî’, ‘Rehabîlîtasyona Tirkiyeyê’, ‘Çapemeniya Azad a Tirkiyeyê’, ‘Îtifaqa Demokratîk’ hatin avakirin.

Komên xebatê piştî rûniştinê dest bi xebatê kirin. Kom wê xebatên xwe sibe pêşkêşî konfernasê bikin û piştre jî gotûbêj bikin. Li bendê ye ku sibe encamnameya konfernasê bê eşkerekirin.