Ji bo siyasetmedarê Kurd Salîh K. 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin

Ji bo siyasetmedarê Kurd Salîh K. ku piştî li Tirkiyeyê şert û mercên siyasetê ji holê rabû îlticayî Elmanya kiribû 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.

Rûniştina doza derbarê siyasetmedarê Kurd Salîh K. ku li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hatibû vekirin, didome. Doza ku li Dadgeha Bilind ya Eyaleta Stûttgartê pêk hat Salîh K. û parêzera wî Anna Bûsl amade bûn. Dozger ji bo Salih K ku ji madeya 129b ya Cezayê Qanûna Elman tê darizandin 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwest.

Parêzer Anna Bûsl di rûniştina dozê de axivî, bal kişand li ser pirsgirêkên tenduristiyê yê muwekîlê wê û got divê were tedawîkirin ger ku li girtîgehê demek dirêj bimîne wê rewşa wî giran bibe.

Parêzer Bûsl daxwaza tehliyeya bi şert yan jî taloqkirina ceza kir. Salîh K. ku nexweşiya dil pêre heye beriya were girtin ji çokên xwe tedawî didît, piştî ku kete girtîgehê emelyata wî paşve hate xistin. Salîh K di rûniştina dozê de axivî gotinên xwe yên berê dûbare kir û diyar kir ku ew tevlî parastina parêzera xwe dibe.

Dadgeha Bilind a Eyaleta Stûtgartê wê 15’ê Çileyê roja Çarşemê saet 10:30’an biryara xwe ya têkildarî Salîh K di rûniştina doza ku pêk were de eşkere bike.

Rûniştina dozê wê 23’ê Çileyê roja Pêncşemê wê parêzer rewşê binirxînin û bi guhdarkirina şahîdan dewam bike.