Ji bo siyasetmedarê Kurd Çetînkaya merasîmek hate kirin
Ji bo siyasetmedarê Kurd Hecî Reşît Çetînkaya yê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê wefat kirî, merasîmek hate lidarxistin.
Ji bo siyasetmedarê Kurd Hecî Reşît Çetînkaya yê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê wefat kirî, merasîmek hate lidarxistin.
Cenazeyê Hecî Reşît Çetînkaya yê wefat kirî hemû jiyana xwe ji avakirina CÎK’ê û şûnde ji bo ximeta gelê xwe borand, piştî merasîma hate lidarxistin û şûnde ber bi Meletiyê ve hate birêkirin.
Çetînkaya ê 87 salî û bavê 9 zarokan, rojên borî li nexweşxaneya lê dihate dermankirin koça dawî kir.
Ji bo Çetînkaya yê bi dilnizmî, kesayeteke fedekar û kedkar dihate nasîn ji aliyê Kurdistaniyên li Stûttgart û derdorî wê ve bi tevlîbûna hevjîn û zarokên wê di merasîmê de amade bûn.
Piştî merasîmê Nûnerê Şûra Bakurê Elmanaya yê CÎK’ê axivî û ji bo Çetînkaya ev tişt got: “Kesekî ku zû bi zû cihê wî neyê dagirtin bû. Ji bo azadî û aştiya gel bê ku li benda bendewariyekê be şerv û roj kar kir.”
Sersaxiya ji bo Reşît Çetînkaya li Navenda Çanda Elewî ya Lûdwîsbûrgê tê erêkirin.