Ji bo Rêberê Gelê Kurd di roja duyan de çalakiya rûniştinê

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakiya rûniştinê ya li ber KE'yê dest pê kirî di roja duyan de didome.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) dest pê kirî di rojan duyan de berdewam dike, nûnerên saziyan diyar kirin ji bo ku polîtîkayên komkuj û komploger werin teşhîrkirin wê têkoşîn bidome.

Di roja duyan a çalakiyê de, ku çalakî wê mehekê bidome, siyasetmedarên Kurdistanî, Tirkiyeyî, nûnerên saziyên demokrat, çepgir û baweriyan bal kişandin ser giringiya azadiya Ocalan.

Heftiya pêşî ya çalakiya rûniştinê ku bi çarçoweya pêngava, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' ku wê mehekê bidome, wê Înê biqede û heftiya were wê komeke dî çalakiyê bidomîne.

Her heftî komeke ji 30 kesî pêk hatî wê çalakiya rûniştê bike, heftiya dawî wê ciwan û enternasyonalîst çalakiya rûniştinê bikin û bibêjin, ''Ji Oalan re azadî''.

Komîsyona Karê Derve wê dosyayên ku hatin hazirkiein bişînie ji nûnertiyên domdar ên welatên endamên KE'yê. Di van dosyayan de wê asta komploya navnetewî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê operasyonên siyasî, dagirkeriya li ser Kurdistanê were vegotin.

HELWESTA LI DIJÎ BÊDENGIYA SAZIYAN

Têkilî çalakiyê Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Koçer got ji roja ku 9'ê Cotmeha 1998'an ku komploya navnetewî dest pê kirî heta niha 22 sal derbas bûne, ji 15'ê Sibata 1999'an, dîlgirtinê û vir ve Kurd li Strasboûrgê ne, li dijî zextên giran û tecrîda li ser Ocalan gel meşiyaye, girêvên birçîbûnê kirine û bi çalakiyên cihê helwesta xwe nîşan daye. Koçer li bajarekî wiha ku DMME (Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê) û CPT (Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê) û gelek saziyên rayedar lê ne çalakiyê dikin, bal kişande helwesta li dijî bêdengmana van saziyan.

Koçer got dagirkeriya li ser Girê Spî û Serêkaniyê 9'ê Cotmehê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye destpêkirin û bal kişande ser giringiya pêngava ku KCK'ê daye destpêkirin.

Koçer bal kişande têkoşîna bi fedekarî ya li dijî komployê û got,''Lê naxwe bi qasî ku em Rêbertiya xwe, gelê xwe azad bikin têrê nekiriye. Bi vê pêngavê re em ê çalakiyên xwe bi rengekî hê berfirehtir bikin.''

Koçer her wiha diyar kir gelê Kurd êdî nema dikare tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd qebûl bike û got divê saziyên Ewropayê helwesta xwe bidin ber çavan.

'JI BO AZADIYA GELAN Û BAWERIYAN AZADIYA OCALAN ŞERT E'

Endamê Dîwana KCDK-E'yê Demir Çelkîk jî got pêngava azadiyê ku KCK'ê daye destpêkirin li çar parçeyên Kurdistanê bûye pêngava ku Kurdistanî û dostên Kurdan lê xwedî derdikevin û got, KCDK-E bi hemû pêkhateyên xwe tevlî pêngavê dibin û diyar kir tecrîda li ser Oalan her wiha tecrîda li ser Kurdan û gelan e.

Çelîk her wiha got azadiya Ocalan tê maneya azadiya gelan û baweriyan û got, ji bo ku ziman, nasname, çand werin jiyandin divê Ocalan azad bibe û Kurdistan bibe xwedî statû.