Ji bo piştevaniya Rojava semînerek li Utrecht hate dayîn

Bi pêşegtiya Însyatîfa The Barrîcade û navendekî antîfaşîst û şoreşger ên Hollandî ji bo piştevaniya bi Şoreşa Rojava re li bajarê Utrecht a Hollandayê semînerek hate dayîn.

Bi armanca piştevaniya bi Şoreşa Rojava re li bajarê Utrecht a Hollandayê semînerek bi rojeva ekolojî û Rojava hate kirin.

Di semînerê de li ser navê Make Rojava Green Again, Women Defend Rojava û Riseup4Rojava nirxandin hate kirin.

Her wiha di dewama bernaemyê de li ser sîstema konfederalîzma Demokratîk, rewşa siyasî ya Bakurê Kurdistanê agahî hatin parvekirin.

Dîsa bi mijara ekolojiya civakî ya Belçîka Social Ecologie Liege semînerek hate dayîn. Her wiha ji aliyê Make Rojava Green Aganîn têkildarî enternasyonalîzmê, siyaseta wêran û qirkirina xwezaya Rojava nirxandin kir.

Li gel semînerekê standke ya ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn.

Semîner di saetên êvarî de bi stiranan bi dawî bû.