Ji bo meşa sibe ya li Parîsê bang hatin kirin

ADHK, ADKH û SYM'ê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn, tecrîd şermezar kirin û silav dan Leyla Guven. Saziyan ji bo meşa 12'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.

Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê (ADHK), Tevgera Jinan a Demokratîk li Ewropayê (ADKH) û Tevgera Ciwanên Sosyalîst (SYM) li ser Komkujiya Parîsê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hate gotin, "Em sê şoreşgerên leheng ên tevgera neteweyî ya Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku bi xwînxwarî hatin kuştin, di salvegera 6'an a şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin."

Di daxuyaniyan de hate ragihandin, her sê jin bi rêya çeteyên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Saziyan berxwedana Leyla Guven û girtiyan hemûyan a li dijî tecrîdê silav kirin û tecrîd şermezar kirin.

BANGA JI BO MEŞÊ

Ji bo meşa 12'ê Çileyê roja Şemiyê ya li Gare Du Nord a Parîsê ku wê saet 10:30'î dest pê bike, banga tevlîbûnê hate kirin.