Ji bo girtiyê siyasî Îrfan Kiliç li Anversê konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo girtiyê siyasî Îrfan Kiliç ê 3’yê Tîrmehê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, li bajarê Anversê konê sersaxiyê hate danîn.

Malbata Îrfan Kiliç ê girtî ya ser bi navçeya Solhan a Çewlikê li komeleya Kurd a Anversê konê sersaxiyê dan.

Kiliç 3’yê Tîrmehê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hatibû ragihandin ku li dijî tecrîdê Kiliç dawî li jiyana xwe aniye, lê dema bi dayîna cenaze û pêkneanîna otopsiyê û piştî du rojan a mirinê agahî dayîna malbatê gumanan bi xwe re tîne. Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît, ragihand ku hatiye înfazkirin. Şopên reş ên li ser beden, dîsa şikestinên li ser beden û birînên kûr û şewata li ser bedenê van gumanan zêdetir kir.

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî tevlî konê sersaxiyê ya li Anversê hatibû danî bû. Kartal got: “Li gorî agahiyên me bidest xistiye, hatiye şehîdkirin. Piştî şehîdkirinê, li beteniykê pêçane û bi şewitandinê xwestine xwestine bidin nîşandan ku çalakiya canbexşane kiriye. Bi vî rengî xwestine li malbatê bidin bawerkirin.

Kartal bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a ji bo moral û motîvasyona gel xirabikin û got: “Di vê mijarê de ya dikeve ser milê me, li gorî pêvajoyê gelê xwe motîve bikin û xwedî li şehîd û têkoşînê derbikevin.”