Bîrgul Guler a Kurdistanî ku li Belçîkayê dijî ketiye nav lepê pençeşêrê. Guler ji ber pirsgirêkên burokratîk nikare ji dewletê alîkariyê bistîne. Ji bo vê jî, bi pêşengiya ciwanan, ji bo piştevaniya li malbata Guler, bi tevlêbûna gelek hunermendan organizasyona konsere tê çêkirin. Hunermend û ciwan tevlî şeve bûn, bi standina bilêtê bang kirin ku piştevanî malbata Guler bin.
Bîrgul dayika çar zarokan e, zaroka wê ya mezin 15 û ya biçûk 1,5 salî ye, li dijî pençeşêrê ji bo zarokên xwe li ber xwe dide. Bi desteka gelek hunermendan 28’ê Hezîranê ji bo Bîrgul li Vervîersê ya Belçîkayê konsereke hevgirtinê tê lidarixistin. Ciwanên ku pêşengiyê ji kampanyayê re dikin, gotin, ‘’Hûn jî bibin hêz, ji bo Bîrgûl bibin hêvî’’.
Malbata Guler ev nêzî 10 salan in li Vervîersê ya Belçîkayê dijîn. Malbata wê 2009’an ji Xozatê ya Dersimê bi zor û zehmetî xwe digihînin Belçîka û îltîca dikin lê ji wê demê ve bi hincetên cuda îltîcaya wan û rûniştina wan nayê qebûlkirin. Dayik Bîrgûl û bav Ergûn Guler ji bo abora xwe bikin her karî dikin. Bîrgul piştî ku zarok wê ya dawî çêdibe bi sê hefiyan li ser êşên giran dema ku diçe nexweşxanê pê dihise ku bi pençeşêra rahîme ye û jê re tê gotin ku divê tedawî bibe. Lê ji bo tedawiyê serî li nexweşane û doktoran dide lê ti encamê nastîne.
Kurdistanî û dostên wan ji bo tedawiya Guler dest bi kampanyaya alîkariyê kirin. Bi pêşniyara ciwanên Kurd û Elewî biryar li ser dan ku konsereke piştevaniyê were kirin.
KONSER 28’Ê HEZÎRANÊ YE
Konsera piştevaniyê bi tevlêbûna stranbêj Farqîn Azad, Ferhat Tunç, Grûp Sînemilî, Umut Altinçag, Leyla Soysuren, Hozan Diyar, Hozan Kara, Araz Guler û Dogan Çelîk, 28’ê Hezîrana 2019’an li Hall de Gerardchamps Quai de la Vesdre, 20 4800 Verviersê were çêkirin. Ji bo firotina biletên konsere yên bi dirûşma ,’’Hêviyek ji bo Bîrgul’’ li hemû Ewropayê berbelav bûne.
Ciwanên ku di nav komîteya amadekar de dimînin gotin, ‘’Em li bendê ne ku gelê me tevlî konsere bibe. Heke neyên jî bi stanina bilêtan dikarin alîkar bin. Dikarin bilêtên me li Vervîersê jî û li Frankfûrtê ya Elmanya jî peyda bikin.’’
BI STANDINA BILETAN MIROV DIKARE BIBE ALÎKAR
Kesên ku dixwazin biçin konsere yan jî bi standina bilêtan bibin alîkar dikarin li nimroyên wan jêr bigerin û têkiliyê deynin:
Koln: 00 49 157 72 938 589
Frankfurt: 00 49 178 60 99 528
Verviers: 00 32 484 96 29 04