Ji bo berxwedêrên grevê meşek hate kirin

Ji bo piştgirîkirina berxwedêrên grevên birçîbûnê li bajarê Marsîlya yê Fransayê meşek mezin hate kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Masîlya yê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina berxwedêrên grevên birçîbûyên ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpêkirine, meşek mezin û mîtîngek lidar xistin.

Meş saet 14:00’an pankartên ku tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin û posterekî mezin ê Leyla Guven hate hildan. Dîsa bi dowîzan û belavokên hatin belavkirin bal hate kişandina ser berxwedêrên grevên yên li ber sînorê mirinê û bang li CPT’ê hate kirin ku bi erka xwe rabe.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Leyla Guven’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Her der berxwedan, her der serhildan’ hatin qîrkirin û li pêşiya Nûnertiya Marsîlya ya Yekîtiya Ewropayê mîtîngek hate kirin.

Mîtînga bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir bi Fransî daxuyaniyek hate dayîn. Mîtîng piştî axaftina Hevserokê KCD-F’ê Fevziye Erdemîrcî û li ser navê NCKD Kemla Guler bidawî bû.