Ji bo Şengalê li Brûkselê çalakî hate kirin

Tehdîtên hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê li pêşiya sefaretxaneya Iraqê ya li paytexta Belçîka Brûkselê hate protestokirin.

Li paytexta Belçîka Brûkselê bi çalakiyekê ya li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de li ser navê NAV-BEL’ê Davût Keser û Civaka Êzidiyan jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku êrîş û gefên dewleta Iraqê ya li ser Şengalê bi awayekî parelel bi polîtîkaya DAÎŞ’ê re tê kirin.

Êrîş û gefên Iraqê hatin protestokirin û banga hestyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Ji bo Şenalê statû’ bi dawî bû.