Ji ber devoka herêmî cihêkarî wê were cezakirin

Bi dengdana li Meclîsa Fransayê re yasaya têkoşîna dijî cihêkariya ji ber devoka herêmî ya li cîhana kar hate qebûlkirin.

Tê zanîn kesên ku nemaze ji herêmên wêdeyî deryayê tên û di serî de yên li başûr Fransayê bi devokî diaxivin. Lê tê gotin di nav jiyana kar de ev dibe mijara 'tinazpêkirinê' û gelek kes ve weke rengekî nîjatperestiyê dibînin.

Di pêşnûmeya yasayê de ku wekîlê bajarê Hêraultê Chrîstophe Euzet daye ber Meclîsa Netewî tê gotin wê li dijî cihêkariya ji ber devokan têbikoşin. Ji parlamenteran yên ku deng dane 98 ji 100'î dengê erê, 3'yan jî dengê na da, pêşnûmeyê wê bişînin qenadê dî yê parlamentoyê, senatoyê.

Yasa cihêkariya ji bo devokê û ya ji bo nîjadî, zayendî û astengîbûnê bi eynî çarçoweyê dinirxîne. Cezeayê vê cihêkarî heta bi 3 sal heps û 45 hezar Euro cezayê pereyan diçe.

Gelek parlamenteran dengê erê dane yasayê, Wezîrê Dadê Erîc Duppont-Morettî jî got yasa hewcehiyek e. Wekîl Euzet got yasa wê henekên têkilî devokan li derve bihêle, tenê tinazpêkirin an jî cihêkariyê vehewewîne.