Hunermenda Kurd Bêrîvan Alp li Swêdê rehmet kir

Hunermenda Kurd Bêrîvan Alp ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin rehmet kir.

Hunermenda Kurd Bêrîvan Alp a salên dirêj in li paytexta Swêd Stockholmê dijiya, ev çend sal bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin.

Duh di saetên şevê de Alp rehmet kir. Alp tevî nexweşiya xwe ya giran jî diçû ser şahî û aktivîteyên Kurdan hunera xwe pêşkêş dikir.

Nûnerê Swêd a Roja Sor Hasan Înce yê ji ANF’ê re axivî, anî ziman ku Bêrîvan Alp ji sala 1980’an û vir ve di nava xebatan de aktîf rol lîstiye xw welatparêzeke.

Înce bibîr xist ku Alp di temenê ciwan de tevlî xebatên çand û hunerê bûye û got: “Rola Alp a di naskirin û belavkirina çanda Kurd a li Swêdê heye. Me hevala xwe di temenê ciwan de winda kir. Serê gelê Kurd sax be. Em ê hesretên wê di têkoşîna xwe de cih bikin.