Hovîtiya dewleta Tirk a li Rojava rojeva çapemeniya Swêdê bû

Rojnameya Expressen a duyemîn rojnameya xwedî traja herî zêde ya Swêdê ye, wêneyên asta hovîtî û qetlîamên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kîrî derxist holê.

Rojnameya Expressen a bi manşeta ‘Di nava şer de hewara alîkariyê’ derket, wêneyê Muhammed ê 13 salî bedena wî şewitî û sivîlên din ên di encama bomberdûmana dewleta Tirk de birîndar bûbûn parve kir.

Di malpera rojnameyê ya li ser înternetê de  bi nûçeya ‘Ev ne agirbest e, paqijiya etnîkî ye’ hate weşandin de, lihevkirina di navbera DYE û Tirkiyeyê de hatiye kirin weke zirt derxistiye holê. Ragihand ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Kurdan dewam dike.

Nûçegihana Experessen Magda Got û wênekêş Nîclas Hammarstrom ketin nexweşxaneya ku dewleta Tirk bombe lê barandî û bi erkdarên tenduristî û birîndaran re axiviye û wêneyên kişandî parve kirin.

Di nirxandinên rojnameyê de hatin kirin hate gotin ku dewleta Tirk nexweşxane bombe kiriye û bi vê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û sûcê şer kiriye.

Hate destnîşankirin ku di nav de hêzên leşkerî jî hebe nexweşxane nayê bombe kirin û ji şopên birînên li ser birîndaran gumana ku Tirkiye fosfora spî bikar anîbe nîşan dide. Daxwaz hate kirin ku divê saziyên navneteweyî sûcê şer ê dewleta Tirk a li Serêkaniy kirî lêkolîn bikin.