‘Hêza ku konferansa HPJ’ê ava kir, wê ji bo serhildanan bibe motîvasyonek’

Gerîlaya HPJ’ê Viyan Serdeşt diyar ku hêza konferansa HPJ’ê bi xwe re afirandî wê ji bo serhildanan bibe motîvasyonek xurt ku ji her alî ve bandorê li ser serhildanan bike.

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJ’ê Viyan Serdeşt li ser Konferansa 4’emîn ya HPJê ji nêrînên xwe parve kir.

Gerîla Viyan Serdeşt diyar kir ku wek HPJ’ê wan konferansa xwe ya 4’emîn li dar xist û wiha got: “Em vê konferansê di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, hevalên ku di zindanan de li ber xwe didin û hevalên ku di çeperan de dîroka qehremaniyê dinivîsinin pîroz dikin. Her wiha di şexsa Jîna Emînî de hemû şehîdên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ û têkoşerên van serhildanan pîroz dikin. Di pêvajoyeke bi vî rengî dîrokî de lidarxistina konferansa HPJ’ê ya 4’emîn di serî de ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di heman demê de ji bo hemû jinên azadîxwaz bû perspektîfek girîng û ji bo têkoşînê araste diyar kir. Hêza ku konferans ava kir ji bo serhildanan wê bibe motîvasyonek ku her aliyê serhildanan bandor dike. Bi taybet xeta berxwedan û têkoşînê ku bi berfirehî hat nirxandin ji bo rêxistinbûnek hîn bi hêztir, bû perspektîfek girîng. Li ser bingeha van perspektîfa wek jin rol û mîsyona pêwîst dayîna xwe û li hemû qadan xeta pêşengiyê xurt kirin di vê pêvajoyê de sekneke jiyanî ye.”

‘RÊBER APO JI BO JIYANEK AZAD JI HERÎ ALÎ VE PARADÎGMAYEK PÊŞ XIST’

Gerîla Viyan destnîşan kir ku ji bo ku ev serhildan bibe xwedî encam û destkeftiyên mezintir rêxistinbûnek hîn berfirehtir xwe ferz dike û ev tişt got: “Ev jî bi kombûna zêdetir a li derdora fikir û felsefeya Rêber Apo ve pêkan e. Ji ber a ku azadiya civak bi azadiya jin ve girêdayî ye û ji bo jiyaneke azad û demokratîk paradîgmayek her alî pêş xist, Rêber Apo bi xwe bû. Em jî wek nûnerên vê dozê erk û berpirsyariya pêşengiya civakê digrin ser milên xwe û di van demên zêrîn de, di wê îdîayê de ne ku vê rolê dîrokî pêk bînin. Di konferansê de ev mijar bi berfirehî hatin nirxandin û hate diyarkirin ku pêwîst e her yek ji me bi ruhê ku di konferansê de derket pêş tevlî pêvajoyê bibin û jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî li derdorê vê ruhê kom bikin, rêxistin bikin.”

Gerîlaya HPJ’ê Viyan Serdeşt ragihand ku di konferansê de yek ji mijarên ku herî berfireh hate nirxandin jî xweparastin bû û got: “Hate diyarkirin ku heta di nav civak de bi taybet jî di nav jinan de hêza xwe parastinê pêş nekeve û xwedî li mafên xwe yên rewa derketinê de zêdetir bi rêxistin nebin, wê encamên ku derkevin lewaz bimînin. Ji ber hebûna xwe parastin; ziman, çand û dîroka xwe parastin rêya esas a azadî û demokrasiyê ye. Ji bo vî jî beriya her tiştî li hember vê sîstema desthilatdar parastineke her milî pêwîst dike. Ev jî encax her têkoşer û berxwedêrê van serhildanan xwe di vê mijarê de berpirsyar bibîne û di ferqa girîngiyê wê de be, pêkan e. Em bawer dikin ku di serî de ev mijar û hemû mijarên ku hatin nirxandin ji bo jin û civakê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dê bibe bingehê rêxistinbûnek hîn berfirehtir û têkoşînek hîn bihêztir. Ji ber ku ev dem ew dem e wê bingeha şoreşa mirovahî bi şoreşa jinê pêkan be. Li ser van esasan em careke din 4’emîn Konferansa HPJ’ê li hemû civakên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pîroz dikin û di bilindkirina têkoşînê de israra xwe diyar dikin.”