Rêveberiya faşîst a Erdogan li Sûriyê hêzeke paramilîter a girêdayî xwe rêxistin kir. Navê wê jî kir Artêşa Niştimanî Sûriyê (SMO). Dema ku rexneyên cuda hatin jî ev hêz wek Quwayê Millî ya Sûriyê binavkir. Quwayê Millî li dijî kê hatibû avakirin? Eşkere ye ku wê demê li Sûriyê hêza dagirker Tirkiye bixwe bû. Di rewşeke asayî de, diviya bû ku ev hêz li dijî dagirkeriyê berxwe bide. Qaşo navê wê Hêzên Neteweyî ye! Her wiha hêzeke neteweyî ji aliyê hêzeke biyanî ve, bi taybetî jî hêzeke dagirker nayê avakirin. Beşên welatparêz ên li dijî dagirkeriyê berxwedanê rêxistin dikin.
Niha êdî bi tevahî eşkere bûye ku SMO girêdayî kê ye û di bin xizmeta kê de ye. SMO ne ya gelê Sûriyê ye. Eşkere ye ku ew hêzeke bi tevahî wek Wagnera ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye damezirandin. Armanca vê hêzê ya siyasî û hedefên wê tune ne. Pêwîst nake ku wek muxalefeta Surî jî were bi navkirin. Eger ev hêz ya Sûriyê bûya, diviya niha li Şamê bûya. Hemû komên di nav HTŞ’ê de li Şamê ne. Rejîma Baas hilweşiyaye, hewldanên avakirina Sûriyeke nû hene. HTŞ hewl dide ku xwe rêxistin bike û dewletê li gorî xwe plansaz bike. Lê SMO li derveyî van xebat û armancên siyasî bi tevahî di bin serweriya hêzên dagirker ên Tirk de êrîşî herêmên xweser dike û hewl dide ku wan ji holê rake. Biryara van operasyonan artêşa Tirk dide. Piştgiriya hewayî, lojîstîk û amûran dewleta Tirk dide û piranî serbazên wê ji generalên Tirk pêk tên.
Dewleta Tirk, Kurd wek dijminê sereke diyar kiriye. Dibêje bila Kurd li tu derê cîhanê nebin xwedî nasname û statû. Herêmên xweser jî bi pêşengiya Kurdan hatin avakirin. Ev der di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin û bi awayekî demokratîk xwe rêxistin kirin û dikin. Li herêmên xweser hemû gel, çand û bawerî bi awayekî azad xwe pênase dikin, mînakeke jiyana hevbeş xwe tevger dikin. Ev ji bo Rojhilata Navîn destketiyeke mezin û tevgera ronahiyê ye. Derketina ji qalibên olî û netewperest û wek modêleke ku ji aliyê herkesî ve tê hewandin ji bo Rojhilata Navîn şanseke bêhempa ye. Li şûna ku rê li ber vê çareseriyê veke, Tirkiye xebatên xwe yên ji bo ji holê rakirina vê zêde kiriye.
Dewleta Tirk guhê xwe ji dengên ku ji cîhanê bilind dibin re girtiye. Hemû hêz bang dikin ku li Sûriyê pevçûn bisekinin. Hişyarî û fikarên ku DAIŞ’ê dê ji rewşa kaos û bêîstiqrariyê sûd wergire û dîsa çalak bibe hene. Her wiha tê xwestin ku rejîma nû ya li Sûriyê dê bê avakirin hemû kêmnetew û komên olî bihewîne û kesî dernexe. Lê Tirkiye berevajî vê yekê dike. Bi demagojî dibêje ku guya SMO dixwaze SDG’ê ji rojavayê Firatê derxe û herêmên xweser ji holê rake. Çi pirsgirêka SMO’yê bi Kurdan an jî herêmên xweser re heye? Qaşo li dijî rejîmê hatibûn avakirin, qaşo di nav opozisyonê de bûn. Baas hilweşiya, êdî opozisyona çi ne? Sedemek nemaye ku ew bibin opozisyon.
Herêmên xweser jî li dijî desthilatiya rejîma Baas bûn. Wan opozisyona herî bibandor û pratîk pêk anîn. Tevlî rejîmê nebûn û rêveberiyên demokratîk ên alternatîf ava kirin. Bi tu dewlet an jî hêzên derve ve nehatin girêdan. Tu yê Kurdan bi destê çeteyên ji Çeçenan heta Uyguran û ji DAIŞ’iyên berê heta Birayê Misilman(Ixwanî Muslîmîn) ku benê wan qetiyaye bide perçiqandin, û navê van jî bikî hêza neteweyî!
Hikûmeta Tirk li ser HTŞ’ê jî ferz dike, dibêje bila biyaniyên di nav SDG’ê de derkevin. Mebest ji vê Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatine alîkariyê. Kurd li Sûriyê wek biyanî tên nîşandan. Lê di nav HTŞ û SMO’yê de bi hezaran netewên Uygur, Çeçen, Ozbek û yên ji welatên cuda hatine hene. Tirkiye qet behsa wan nake, lê tenê dibêje Kurd biyanî ne û bila ji Sûriyê derkevin. Her wiha, wek ku tê gotin ewqas Kurdên ji derve hatine jî tune ne. Piraniya yên ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatibûn jî vegeriyan. Li vir tiştê ku divê bê dîtin dijminatiya bêsînor û şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk e.
Artêşa Tirk hêzên bi navê SMO gelek xerab bi kar tîne û wan dişîne mirinê. Çawa be leşkerê wan namirin, çiqasî zirarê bide Kurdan ji bo wê ewqas qezenc e, dema ew dimirin cenazeyên wan naçin Tirkiyeyê. Yên ku di nav SMO’yê de şer dikin ji bo artêşa Tirk kêmtir mesref in. Jiyana wan bi erzantir diqede. Cenazeyên piraniya wan jî nayên rakirin, xwedîderketiyên wan jî tune ne. Li şûna ku leşkerê wan bê êşandin û bimirin, şandina van hêzên devşîrme bo mirinê bêhtir bi kêr tên.
Ji vî alî ve divê SMO bi tu awayî wek hêzeke Sûriyê an jî opozisyonê neyê dîtin. Ew bi tevahî leşkerên kirêgirtî yên dewleta Tirk in. Ew ji bo Sûriyeyê şer nakin. Bi tevahî di bin emrê dewleta Tirk de û ji bo berjewendiyên wê dişînin mirinê. Tê gotin ku komên çekdar ên li Sûriyeyê dê çekan deynin û tevlî artêşa ku dê bê avakirin bibin. Lê SMO li gorî vê tevnagere. HTŞ jî temaşe dike. Tê dîtin ku HTŞ ji bo êrîşî herêmên xweser bike bi dewleta Tirk re li hev kiriye. Herî kêm tê fêmkirin ku Tirk vê ferz dikin.
Dewleta Tirk dixwaze SDG’ê belav bike. Vê li ser Amerîka û hevpeymaniyê jî ferz dike. Dibêje girtîgehên DAIŞ’ê an radestî me an jî radestî HTŞ’ê bikin. Ev tê çi wateyê? Eger radestî HTŞ’ê bibe, diyar e ku dê hemû bên berdan. Eşkere ye ku DAIŞ ji aliyê dewleta Tirk ve asta metirsîyê de nayê dîtin. Ji xwe her tim ji wan re di nav hevkarîyê de bû. Hemû cîhan dibêje xetera DAIŞ’ê zêde bûye lê dewleta Tirk propagandayê dike û dibêje “Amerîka dixwaze bi hinceta xetera DAIŞ’ê li Sûriyê bimîne û piştgiriya PKK’ê bike!” Tê dîtin ku dijminatiya Kurdan gihîştiye ku derê!
Çavkanî: Rojnameya Ronahî