Wezîrê Karên Derve yê Şamê diçe Bexdayê

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta demkî ya HTŞ'ê ku li Şamê li ser desthilatdariyê hate danîn Esaad Hasan Şeybanî serdana Bexdayê dike.

Li gor nûçeyên di medyaya Erebî de hatine belavkirin ku çavkaniyên xwe ji hikûmeta Iraqê wergirtine, wê hefteya bê Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Suriyeyê Eshed Şeybanî serdana Bexdayê bike û li gel hempîşeyê xwe yê Iraqê bicive.

Hat diyarkirin ku armanca serdana Şeybanî ji bo xurtkirina peywendiyên dîplomasî, aborî û ewlehiyê yên navbera Bexda û Şamê ne.

Roja 6’ê Çile Eshed Şeybanî yekem serdana xwe ya fermî ji bo Erebîstana Siudî kir, piştî wê jî serdana Qeter, Îmarat û Urdunê kir.