Metirsiyên xweşbîniyeke vala

Hesta xweşbîniyeke vala ya hemû hêzên hundirîn û derveyî yên Sûriyeyê talûke ye. HTŞ tevî ku li hemû Sûriyeyê nebûye desthilat, hewl dide dewleteke navendî ya netew-dewlet ku xwe dispêre nijadperestiya Ereb-Îslamê ava bike.

Bersiva pirsa ku wê paşeroja Sûriyeyê çawa be hîn ne zelal e. Esas Neteweyên Yekbûyî (NY) hîn biryar daye. Biryarên bi hejmara 2254 li benda sepandinê ne. Lê rewş li gor planên HTŞ’ê bi pêş dikeve. Hikûmeta demkî bi temamî ji endamên HTŞ’ê pêk tê. Di pratîkê de desthilatdariya xwe ava dikin. Tayînkirina waliyan, verastkirinên tên dikin bi temamî di bin venêrîna HTŞ’ê de ye. 

HTŞ bi daxuyaniyên xwe hewl dide hilbijartinê dûr bixe. Dibêje ji bo amadekirina destûra bingehîn 3-4 sal, ji bo hilbijartinê jî 5-6 sal wext divê. Wisa difikirin ku heta kesên koçber bûne vegerin, hejmartina gelheyê û hwd. encax dikarin di çend salan de pêk werin. Her wiha ji bo civîna kongreya neteweyî jî dibêjin em tu rêxistin û partiyan tevlî nakin, wê şex beşdar bibin. 

HTŞ di heman demê de hewl dide rûyekî din nîşanî çapemenî, derdorên siyasî û dewletan bide. Bi armanca rewabûnê daxuyaniyên maqûl dide. Lê gotin û kiryarên wan li hev nagirin. Tiştên em qal dikin nîşaneyên bingehîn ên pergala demokratîk in. Demokrasî bi civakeke rêxistinkirî pêkan e. Lê HTŞ tu saziyên civakên rêxistinkirî tevlî pêvajoyê nake. Bereksî wê hemû pêkhateyên rêxistinkirî veder dike û dixwaze pergala ku ava dike bi awayekî bi hemû civakê bide qebûlkirin. 

Hişmendiya El Qaîde, DAIŞ û HTŞ’yê demokrasiyê qebûl nake. Ew ji heman kokê ne. Ew partiyên siyasî wekî hêlîna fesadiyê yên ku civakê parçe dikin dibînin. Berî niha pergala yekpartîtiyê ku xwe dispêre nijadperestiya Ereban hebû. Tew navê dewletê jî wek Komara Ereban danîbûn. Kiryarên niha yên HTŞ’ê ji pergala rejîma Beasê ne cuda ne. Ew dixwaze li şûna netew-dewleta Ereban, dewleta Îslamî- Ereb ava bike. Qet nebe Komara Ereban hebûna partiyên siyasî qebûl dikir. Ji xeynî Beasê, tenê li ser kaxezê be jî destûra avabûna çend siyasî partiyan dabû. Lê di rewşa îro de ew jî nîne. 

Feraset û hişmendiya rêveberiyê ya HTŞ’ê bi temamî xwe dispêre dînî. Pirrengî û demokrasiyê di xwe de nahewîne. Tenê serîtewandinê li ser bawerî û hizrên cuda ferz dike. Yên qebûl nekin li derve dimînin. Niha bi eşkereyî nabêjin “Em ê di rêveberiyê de cih nedin kesên ji derveyî xwe”, lê di rêveberiyên xwe de ji xeynî xwe cih nadin tu kesî. Her wiha di perspektîf û kiryarên wan de jî cihê jinan tune ye. 

Niha HTŞ hewl dide xwe nerm bide xuyakirin. Di pêvajoya başkirina îmaja xwe de ne. Tevî vê yekê derdorên demokratîk û pêkhateyên din ên muxalefeta Sûriyeyê li meydanê tune ne, jixwe jin winda ne. Dema ku vê hişmendiyê xwe binecih kir û bû hakimê dewlet û rêveberiyê wê çi bike? Divê raya giştî ya hundirîn û derveyî bala xwe bide ser van mijaran û li gor wan tevbigere. Şerê desthilatê li ba hêzên xwe dispêrin îdeolojiyên dînî gelek tund û dijwar pêk tê. Em li Îranê binêrin. Dema ku Humeynî hat ser desthilatdariyê Partiyên Komunîst û Kurd jî tê de bi gelek hêzan re hevkarî kiribû. Hemû derdorên li dijî Şahîtiyê beşdarî şoreşê bibûn. Lê piştî demeke kurt Humeynî Partiya Komunîst -TUDEH ji holê rakir. Berê artêşa xwe da Kurdan. Hemû pêkhateyên siyasî ji holê rakirin. Tê gotin ku Sûriye ne Afnaistan e; li Sûriyeyê gelek çand, gel û bawerî hene. Lê Îran jî ne Afganistan bû. Îran berdewamiya împaratoriyekê bû. Dewlemendiya wê û gelên wê ji ya Sûriyeyê zêdetir bûn. Lê ji 1979’an ve Îran bi rêveberiyeke demokrstîk nayê birêvebirin. Rast e, Îran hebûna gelên di navxwe de înkar nake lê belê nijadperestiya Farisan û qaîdeyên dînî serdest e. Kurd, Azerî, Belûcî nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Mirov nikare bibêje gel azad in û îradeya bi rêxistinî nîşan didin. Li Îranê destûra avabûna partiyên siyasî nayê dayîn. Berendamên hilbijartinan jî bi qaîdeyên dînî tên diyarkirin. Yên derveyî hişmendiya wan nikarin bibin endam. Hilbijartinek heye lê ne hilbijartineke demokratîk e. Sedam û Esad jî hilbijartin dikirin. Navê dewleta wan jî komar bû! Yanî komar û hilbijartin nayê wê wateyê ku ev dewlet demokratîk in. 

HTŞ, li welatekî ku ji şerekî giran ê navxweyî derketiye, tevî ku ne li bendê bû, hat ser desthilatê! Qismekî mezin ê Sûriyeyê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye. Dewleta Tirk wekî Wagnera Rûsan, SMO bi rêxistin kiriye. Li gel van hêzan, êrîşî herêmên xweser ên Sûriyeyê dike ku nêzî ji 3’yan yekê axa Sûriyeyê pêk tînin. Armanca wan a sereke jî tepeserkirina gelê Kurd û pêşîgirtina bidestxistina wan a statuyekê ye. HTŞ li dijî vê tiştekî nake û hema bêje dewleta Tirk Sûriye xistiye bin kontrola xwe. Loma avakirina HTŞ’ê ya rêveberiyeke yekdest, tund û navendî bi awayekî eşkere nîşan dide ku ew ne niyetpak in û neguherîne. Metirsiyeke mezin e ku hemû hêzên hundirîn û derveyî yên ku li Sûriyeyê daxwaza demokrasiyê dikin bikevin nav xweşbîniyeke vala. Divê bêhtir hişyar û baldar bin. HTŞ tevî ku li hemû Sûriyeyê nebûye desthilat, hewl dide dewleteke navendî ya netew-dewlet ku xee dispêre nijadperestiya Ereb-Îslamê ava bike. Divê daxwazên civaka demokratîk û rêxistinkirî derxînin pêş û rê li ber gelan vekin ku xwe bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka