Komkujiyên li Parîsê li Stockholmê hatin şermezarkirin
Komkujiyên ku dewleta Tirk kir, li paytexta Swêd Stokcholmê hatin şermezarkirin.
Komkujiyên ku dewleta Tirk kir, li paytexta Swêd Stokcholmê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê di çalakiya Meclîsa Jinê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 9'ê Çileya 2013'an û 23'ê Kanûna 2022'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve hate dayin işaret bi hevkariya Fransayê ya li koçkiriyan hate kirin û hate ragihandin ku heta kujerên komkujiyan neyên darizandin wê gel û jinên Kurd hesab bipirsin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin, Jiyan, Azadî", "Kujer Erdogan, hevkar Fransa" hatin qîrîn.
Di çalakiyê de çelengeke reş li ber Sefaretxaneya Bilind a li Stockholmê hate danîn.