Komkujiya Parîsê: Li Hannoverê çelenga reş hate danîn
Di salvegera 12'emîn a Komkujiya Parîsê de li bajarê Hannover ê Elmanyayê çelenga reş li ber Konsolosxaneya Fransayê hate danîn.
Di salvegera 12'emîn a Komkujiya Parîsê de li bajarê Hannover ê Elmanyayê çelenga reş li ber Konsolosxaneya Fransayê hate danîn.
Di çalakiyê de ku Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Hannoverê pêşengî jê re kir, dosyayek têkildarî komkujiyên Parîsê radestî Konsolosxaneya Fransayê hate kirin.
Çalakgeran çelengeke reş danîn ber konsolosxaneyê û bi daxuyaiyekê berpirsyarên komkujiyan şermezar kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin, Jiyan Azadî" hatin qîrîn.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.