Heger em dîsa rastiyên dîrokî di kûrahiya dîrokê de bihêlin û bi kurtî li geşedanên ku ji sala 1925’an û vir li Kurdistanê qewimîne binêrin, em ê bibînin ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê rastî komkujî û qirkirinê hatiye. Ne bi deh hezaran, ne bi sed hezaran, bi milyonan şehîd dane. Ji ber ku xwestin weke Kurd li ser axa xwe bi azadî bijîn mirov hatin darvekirin, hatin gulebarankirin, bi bombebaranan hatin qetilkirin. Ji heft salî heta heftê salî her kes rastî vê qetlîamê hat.
Dewleta Tirk, di 29'ê Cotmeha 1923'an de avakirina dewletê îlan kir û bi armanca tunehesibandin û tunekirina hebûna gelê Kurd di 1924'an de makezagon guherand. Dewleta Tirk ji Sibata 1925'an û pê ve di serî de Amed, Çewlik, Dêrsim û Serhat li hemû herêmên Bakurê Kurdistanê êrîşên qetlîamê pêk anîn. Di çarçoveya "Plana Şerq Islahatê" de, qaşo hewl daye Kurdên ku wek "Kurdperwer, cudaker, eşqiya û şakî" pênase dikir, "medenî" bike. Li Dêrsim û Çemê Zîlanê qirkirineke mezin pêk anî. Ev qetlîam tam 15 salan dom kir û hejmara qurbaniyan bi temamî nayê zanîn.
Hejmara qurbaniyên komkujiyên ku di eynî wextî de li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îngîltere û rêveberiya Îraqê ya nû ve hatin kirin, tam nayê zanîn. Êşa komkujiyên Helebce û Enfalê yên ku ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve bi çekên kîmyewî pêk hatin, tevî derbasbûna salên dirêj jî kêm nebûye. Sedsala borî li Rojhilatê Kurdistanê jî bi êrîşên qirqirinê yên dewleta Îranê derbas bû û wek Bakurê Kurdistanê li Îranê jî pêşengên Kurd darvekirin.
Li ser berxwedana PKK'ê gelek nîqaş dihatin kirin, lê ew berxwedan li hember van hemû êrîşên qirkirinê û qetlîaman, wek tevgereke xweparastinê ya hebûn û azadiya gelê Kurd pêş ket. Ji darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an û vir ve, êrîşên qirker ên Komara Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd di bin navê “li dijî terora PKK'ê"de hatin kirin û zêdetirî 60 hezarî Kurd hatin qetilkirin.
Dîsa di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê li dijî gelê Kurd ê Êzidî êrîşeke qirkirinê pêk anî û di encamê de bi hezaran Kurd qetil kirin û gelek jî ji cih û warên wan koçber kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji sala 2014'an heta niha di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de nêzîkî 12 hezarî şehîd dane.
Wekî tê dîtin, di sed sala borî de di êrîşên dagirkerî û qirkirinê de çar parçeyên Kurdistanê bûye gola xwînê. Gelê Kurd bi berxwedaneke bênavber hebûna xwe parastiye û hewl daye azadiya xwe bi dest bixe. Hebûna îro ya gelê Kurd bi saya dayîna berdêlan û berxwedanê ye.
Baş e çima em van hemûyan li vir dinivîsin? Bêguman ne ji bo nûkirina êşên sed sala borî ne. Li Tirkiyeyê piştî hevdîtina Şandeya DEM Parti'yê ya ku di 28'ê Kanûna 2024'an de bi Rêber Abdullah Ocalan re li Îmraliyê pêk hat, gelek nîqaş têne kirin. Armanca vê nivîsê ronîkirina nîqaşan e. Ya rastî van nîqaşan piştî axaftinên nelibendê yên Devlet Bahçelî yên 1'ê Cotmeha 2024'an dest pê kirin û piştî ku di 23'ê Cotmehê de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi Onder Apo re hevdîtin kir zêdetir bûn. Wê demê me meylên ku di nîqaşan de derketine holê di sê kategoriyan de nirxandibûn: Yên ku ji ber meylên xwe yên demokratîk bi rastî li çareseriya pirsgirêka Kurd digerin, yên ku nekarîn hişmendî û siyaseta qirker û dagirker bidomînin û neçar man li rêyeke nû bigerin û alîgirên şer yên ku ji şerê heyî sûd werdigirin!
Em li vir careke din diyar bikin ku hevdîtinên 23'ê Cotmehê û 28'ê Kanûnê bi saya Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve tê meşandin pêk hatine. Bi vê boneyê em careke din hemû kesên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin silav dikin û serkeftina wan pîroz dikin. Careke din hat dîtin ku berxwedanê serkeftin afirand û em serfiraz kirin. Nexwe divê em Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê kiriye lawaz nekin, xebatên xwe bidomînin û her tim bi rêbazên nû têkoşîna azadiyê geştir bikin.
Bêguman em li dijî nîqaşên li dor Di derbarê nîqaşên ku li dor pirsgirêka Kurd têne kirin, nînin û em jê aciz nabin. Bereksî vê yekê em ji nenîqaşkirina meseleyê û qedexeyên li ser nîqaşkirinê aciz in. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêk tenê bi nîqaşê dikarin çareser bibin. Lê belê bêguman niqaş hene rê li ber çareseriyan vedikin; nîqaş hene rêyên çareseriyê digirin û derfetan ji dolê radikin.
Bêguman di nava nîqaşên li Tirkiyeyê de nêzîkatiyên durist û jidil jî hene ku daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Xwediyên van nîqaşan derdorên demokrat û welatparêzên heqîqî yên Tirkiyeyê ne. Bêyî ku li nasnameya berê ya van kesan binêrin em giringiyê didin nîqaşên bi vî rengî û hewl didin ku bi baldarî wan bişopînin. Kesên ku li çareseriyê digerin êş û zehmetiyên pirsgirêka Kurd û şerê wê kêşane. Loma lêgerîna gelek biqîmet e û dema çareseriyê hatiye û derbas dibe.
Lê mirov nikare bibêje ku hemû nîqaş wiha ne. Bo nimûne, hin derdorên çapemenî û siyasî şev û roj diaxivin û hema bêje li şûna Rêber Apo diaxivin. Bi peyvekê jî behsa pirsgirêka Kurd nakin û tenê wek meseleyeke terorî dinirxînin. Û dibêjin "Rêber Apo dê banga çekdanînê bike û dê PKK'ê belav bike." Li gor van kesan tekane pirsgirêka Tirkiyeyê "terora PKK"ê ye û heger ev yek were xilaskirin dê her tişt bi dawî bibe!
Divê mirov ji van kesan bipirse: PKK çawa derketiye? Dema PKK tunebû we çi bi serê Kurdan anî? Heger PKK çekan dane û belav bibe, wê demê hûn ê çi bînin serê Kurdan? Gelo hûn ê kiryarên xwe yên sedsala borî bidomînin? Li dijî êrîşên we yên qirker Kurd wê çawa û bi çi xwe biparêzin? Bêyî xweparastinê dê çawa hebin û bi azadî bijîn? Eşkere ye ku van kesên derdekî wekî hebûn û azadiya Kurdan nîne. Tekane derdê wan tunekirina Kurdan e. Ji ber ku heta PKK hebe nikarin vê bikin, destpêkê dixwazin PKK'ê bi navê "Terorê" tune bikin. Lê belê hebûn û azadiya gelê Kurd û jiyana azad bêyî xweparastin nabe. Gelê Kurd bêyî xweparastinê nikare aştiyê razî be.
Her çiqas rêveberiya CHP'ê ya niha xwedî nêzîkatiyeke maqûl be jî, em bi ecêbmayî li derdorên CHP'ê dinêrin ku wekî alîgirên şerî tevdigerin. Tew mirov nikare li nîqaşên li ser kanalên televizyonên CHP'ê jî temaşe bike. Ji bo wan her tişt gelek hêsan e û li ser bingeha berjewendiyên biçûk dinirxînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ne tiştekî dibêjin ne dikin û ne jî ji tiştên tên gotin û kirin hez dikin. Wek zarokan dibêjin "Heger gazî me bikin em ê neçin, heger gazî me nekin em ê bixeyidin".
Herçiqas bi piranî ji aliyê eniya Kurd gotina “Em aştiyê dixwazin” tê gotin jî zêde qîmet û wateyeke wê nîne. Baş e ev aşitî wê çawa be û dê çi bihewîne? bo nimûne dê têkiliya wê bi azadî û demokrasiyê re çawa be? Jixwe Rêber Apo ji bo aşitiyê sê merc danîbûn: Ya yekem hebûna her du partiyan, ya duyemîn her du partî nikarin hevdu di warê leşkerî de têk bibin û ya sêyemîn jî qebûlkirina hebûna sazûmanî ya hevdu. Agirbesta ku dê li ser van esasan pêk were dê bibe aşitî. Aşitiyeke ji jiyanê qut çênabe. Divê em aşitiyê zêde îdealîze nekin.
Li Sûriyeyê bi hilweşîna desthilata Baasê re Rojhilata Navîn ket pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoyê de rola Kurdan diyarker e. Loma ji bo Kurdan derfet zêde bûne lê bi heman awayî rîsk jî zêde bûne. Divê rîsk ji holê werin rakirin, derfet werin nirxandin û divê siyaseta Kurdan hesastir, bitedbîr û têkoşertir be. Teqez e ku dê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo dê sekneke wiha nîşan bidin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka