Hevserokê FEDA’yê: Werin em li dijî desteserkirina vînê bi hev re têbikoşin
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk bang li hemû Elewiyên li Ewropayê kir ku li dijî desteserkirina vîna gel a li Dersim û Pulurê têkoşîna bêdem a topyekûn bidin.
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk bang li hemû Elewiyên li Ewropayê kir ku li dijî desteserkirina vîna gel a li Dersim û Pulurê têkoşîna bêdem a topyekûn bidin.
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) li bajarê Dortmund ê Elmanyayê desteserkirina îradeya gel a li Dersim û Pulurê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve, bi daxuyaniyekî protesto kir.
Daxuyanî li pêşiya Navenda Çanda Elewî ya Dortmund a girêdayî FEDA’yê hate dayîn. Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk û rêveberên FEDA’yê tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Demîr Çelîk ve hate dayîn. Çelîk diyar kir ku desteserkirina îradeyê ya li Dersim û Pulurê operasyoneke ku ji bo dana jibîrkirina trawma û bîra dîrokî ye û desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê şermezar kir.
Çelîk anî ziman ku rejîma qeyûmê tê wateya desteserkirina mafê hilbijartin û hilbijîrînê ya gel û destnîşan kir ku sê serdem in bi tayînkirina qeyûman li navçe û bajarên Tirkiye û Kurdistanê desteserkirina vîna gel tê dewamkirin û wiha got: “Em weke FEDA’yê vê qebûl nakin. Eger îro em kiryara nemirovî ya ku ev rejîma înkarkar li me rewa dibîne qebûl nakin, em neçar in dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin. Çawa gelê me li Dersimê tevî her curê zextê bi berxwedanê li dijî rejîma qeyûmê serî rakirin, divê em kesên li Ewropayê dijîn îtîraz bikin, dengê xwe bilind bikin û bibêjin na.”
Çelîk bi berdewamî wiha got: “Bi planên Şark Îslahat waliyên mêtingeriyê tayîn kirin. Dewleta ku piştî tevahiya 12 salan qonaxa amadekariyê qedand, 15’ê Mijdara 1937’an Seyît Riza û hevrêyên wî darve kir, careke din dixwaze Dersimê dagir bike. Careke din dixwaze bîra Dersimê tarî bike. Dixwazin dîroka me tarî bikin. Ji ber vê yekê ne tenê vîna gel hatiye desteserkirin, Reya Heq û heqîqeta dîrokî hatiye desteserkirin. Ji ber vê yekê em bang li her kesên ku dibêje ez Elewî me û ez mirov im dikin ku deng bidin vî dengî.