Hevkariya bi nîjadperestan FDP li binê bendê hişt

Li eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê, deng ji nû ve hatin jimartin. di encamê de partiya lîberal a FDP'ê ku li eyaleteke din hevkarî bi rastgirên tund re kiribû di bin bendê de ma.

Di hilbijartinên eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê de, partiya Dîe Lînke (Partiya Çep) ku di rêza destpêkê ya lîsteya wê de siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr hebû, dengê xwe bi 0.6 pûanî zêde kir û bi rêjeya 9.1 ji sedî yê dengan bû partiya çaremîn.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) tevî ku dengê xwe kêm kir bi rêjeya 39.2 ji sedî yê dengan bû partiya yekemîn. Partiya Keskan ku dengê xwe bi du qatî zêde kir 24.2 ji sedî yê dengan stend. Partiya Serokwezîr Angela Merkel Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku hefteyên dawî ji xwe re li lîderekê/î digere, 4.7 pûan kêm kir û daket 11.2 ji sedî.

Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ya rastgiriya tund, ku ji ber komkujiya nîjadperestî ya li Hanaûyê bû cihê nerazîbûnan, 0.8 pûan kêm kir û daket 5.3 ji sedî. 

BERDÊLA HEVKARIYA BI RASTGIRAN DAN

Li aliyê din, partiya lîberal FDP ku li eyaleta Thurîngenê ji bo Bodo Ramelow ê ji Partiya Çep neyê hilbijartin hevkarî bi AfD'ê re kir, di hilbijartina Hambûrgê de derbeke giran xwar. Tevî ku rêveberiya partiyê ya federal di vê mijarê de rêveberiya Thurîngenê sûcdar dike, bi windakirina 2.5 ji sedî yê dengan di asta 4.9 ji sedî de ma û li derveyî parlamentê ma.

Di jimartina Duşemê de hatibû ragihandin ku FDP bi saya çend dengan 5 ji sedî yê dengan wergirtiye. Lê belê piştre ji nû ve deng hatin jimartin û eşkere bû ku bi sedan deng bi şaşitî ji bo FDP'ê hatine nivîsandin. FDP tenê bi saya yekemîniya namzetê xwe yê sereke li herêma hilbijartinê karîbû namzetekî hilbijêre.

Li gorî vê yekê, parlamenta Hambûrgê wiha ye: SPD 54, Partiya Kesk 33, CDU 15, Partiya Çep 13, AfD 7 û FDP jî parlamenterek bi dest xist.