‘Her ku beden dihelin biryardarî û moral xurtir dibin’

Çalakiya 14 berxwedêrên li ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê di grevê de ne bi biryardarî didome.

Berxwedana 14 endamên Însyatîfa Azadî ji Ocalan re ên piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan hatibû destpêkirin, 7’ê Kanûna 2018’an destpê kir.

ARMANC: TECRÎDÊ BIŞKÎNIN, FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN Û KURDISTANÊ AZAD BIKIN

Bi destpêkirina rojiya mirinê ya 30’ê Nîsanê re berxwedêrên Strasboûrgê jî bi biryardartir berxwedanê pêşwazî dikin. Tevî rewşa xirab a berxwedêrên Strasboûrgê ya bi sirûda ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin weke roja yekem bi biryardarî didomînin.

REWŞA ÇALAKVAN BI METIRSÎDAR IN

Berxwedêrên 157 roj in di greva bêdawî û bêdorveger de ne, hinek çalakvanan 20 û heta 30 kêlo li xwe kêm kirine. Di sîstemên helandin û sinirê de texrîbatên mezin peyda bûne. Dîsa ji ber pirsgirêkên di organan de derketine rê li ber metirsiyên mezin vekirine. Dr. Fahrettîn Gulşen bang li raya giştî û otorîteriya tenduristiyê kiribû ku bê ku encamên xirab derbikevin daxwaza çareseriya pirsgirkê kiribû.

‘HER KU BEDEN DIHELIN, MORAL Û BIRYARDARÎ XURTIR DIBIN’

Li gorî agahiyên yek ji rayedarên Komîteya Amadekariyê ya li Strasobûrgê da, çalakvan tevahiya rojê li ser textê xwe ne, lê moral û coşa wan xurt e. Rêveber anî ziman û got: “Her roja diçe vîna wan xurtir dibe. Her roja ku bedena wan bihele jî, moral û biryardariya wan xurtir dibe.”

Endamê Komîteya Amadekariyê ragihand ku armanca çalakvanan bidawîkirina tecrîdê ye, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bal kişand ser çalakiyên gel û got: “Her çendî çalakiyên gel xurt bin, hê zêdetir bandorê li saziyên berpirs ên Ewropî dike.”

SERDANÊN JI BO BERXWEDÊRAN

Ji roja yekem a çalakiyê û vir ve serdanên ji bo berxwedêran bê navber jî didome. Ji parlementerên Ewropî bigire heta senetor, lîderên partiyên nûnertiya parlementoya neteweyî dike, rêveberên herêmî û xwecihî û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl serdana çalakvanan kirine. Herî dawî Serokê Yekîtiya Demokratên Serbixwe û endamê Meclîsa Neteweyî Jean-Chrîstophe Lagarde serdana berxwedêran kiribû.