Hejmara 253’an a kovara Stêrka Ciwan derket
Hejmara meha Hezîranê ya kovara Stêrka Ciwan bi dirûşmeya “Bi Rihê Fedaiyan Ber Bi Serkeftinê Ve” derket.
Hejmara meha Hezîranê ya kovara Stêrka Ciwan bi dirûşmeya “Bi Rihê Fedaiyan Ber Bi Serkeftinê Ve” derket.
Hejmara meha Hezîranê ya kovara Stêrka Ciwan ku ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê û dostên wan, her meh xwe nû dike, bi şîara ‘Bi Rihê Fedaiyan Ber Bi Serkeftinê Ve” derket.
Di hejmara vê mehê de berhevkirinên ji pirtûka “Çawa Bijîn” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih digirin.
Perspektîfên “Têkoşîna azadiyê mezin bikin” û “Weke Zîlanan bibin kabûsê zîhniyeta baviksalarî” yên koordînasyona rêxistinên Ciwanên Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) yên bi wesîleya Zîlan (Zeynep Kinaci) ku bi çalakiya fedaî ya li Dersimê şêwe da xeta azadiya jinê, di hejmara 253’an de cih digire.
Her wiha nivîsên Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ên li ser kesayeta yek ji şehîdên damezrîner ê PKK’ê Hakî Karek û bîranînên wî yên pê re cih digirin.
Naveroka kovarê bi vî rengî ye:
RÊBER APO
Ji bo têkiliya azad şernekirin li Azadiyê xiyanetkirin e
How to live, what to do, where to start?
PERSPEKTÎF
Weke Zîlanan ji baviksalarî re bibin kabûs
Têkoşîna Azadiyê mezin bikin
JINÊN CIWAN
Zîlan das Manifest der Freiheit
Emê lêpirsîna xwe bikin
LÊGERÎNA AZADIYÊ
Êdî ez bûm Êgîd…
NIRXANDIN
PKK Tevgera Azadiya Şoreşgeriyê ye ku bi Şehadeta hevrê Hakî Karer re biryara Partîbûnê daye
Yekane Pirpirînka ku zanîna rast a agir fêm dike
Dayikê azadî di paxila xwe de mezin kir
Ich habe mich entschieden!
Tişta ku herî zêde ez beriye dikim li Kurdistan e
BÎRANÎN
Ji Rohilatê Welatê Dozê
ROJNIVÎS
Ji gelê welatparêz ên Kurdistanê re
DÎROK
Kronolojiya Hezîranê
ÇAND
Kirmaşan
Pirtûkxane
SUDOKU
Sudoku