Hefteya Çandê ya Kurd a Brûkselê destpê kir

Aktivîteyên Hefteya Çanda Kurd a li paytexta Belçîka Brûkselê destpê kir.

Hefteya Çanda Kurd a Brûksel a 6’an bi meşekê ya ji  Qada Broûckere heta Qada Espagneyê destpê kir. Di meşa bi sembolî li gel bûkê ya çanda kevneşopî ya Kurdî bi dihol û zirneyê pêk hat de, jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî bal kişandin.

Li qada aktivîteyê ya li qada Spanyayê maketên temsîla dîroka Kurdistan, dîsa konek ku nûnertiya çanda Kurd dike û standên xwarinên Kurdî û standa pirtûkan hatiye vekirin.

Hefteya Kurd, Roja Çarşemê bi resepsyona Kongreya Neteweyî ya Kurdistan destpê kir.

Hefteya Kurd wê çar rojan bidome. Wê di çarçoveya aktivîteyê de konser, atolye, dengbêj û folklor û fîlm bê nîşandan.