Halîl Şen li cihê ku bedena xwe dayî ber agir hate bîranîn

Welatparêzê Kurd Halîl Şen ê ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dresden a Elmayayê bedena xwe dayî ber agir û şehîd bûyî, li cihê ku çalakî lê kirî hate bîranîn.

Welatparêzê Kurd Halîl Şen ê ku li bajarê Dresden a Elmanyayê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî bedena xwe da ber agir.

Şen ê ku roja Înê çalakiya xwe li ber avahiya meclîsa eyaleta li Dresdenê lidar xistî, rakirin nexweşxaneyê û piştî demek kurt jiyana xwe ji dest da. Îro piştî ku bi testa DNA’yê hate piştrastkirin, ji aliyê Federasyona Kurdistanyên Azad ên Elmayaya Rojhilat (FED-KURD) ve çalakiyek a bîranînê hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan jî tevlî çalakiya bîranînê ya ji bo Şen li nêzî Meclîsa eyaleta Saksenê hatî lidarxistin bûn. Di bîranînê de ji bo bîrana Halîl Şen û şehîdên têkoşîna azadiya Kurd deqeyek rêz hate girtin, piştre Endamê Saziya Rêveberiya FED-KURD’ê Kerem Gok axivî.

Gok jiyan û têkoşîna Halîl Şen nirxan û wiha got: “Hemû hevalên li vir dizanin ew xwedî hesretek mezin a ji bo welatê xwe Kurdistan û Rêber Apo bû. Ew li dijî hêzên komploger ên navneteweyî tejî kîn û nefret bû, ev li her qadê dianî ziman. Yên ku wî nas dike baş dizanin ku ew xwedî kedek pir mezin bû. Em ji vê kombûna li vir jî dizanin ku çiqas girêdanbûna wî ya bi civak û mirovan re hebû.”

Di çalakiyê de aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Zozan Serhat jî axivî û diyar kir ku çalakiya Halîl Şen lidar xistî xwedî girîngiyek pir mezine û bal kişand li ser komploya navneteweyî.

Girseyê piştî axaftinan çeleng û mûm pêxistin û danîn li cihê ku Halîl Şen çalakiya fedayî lidar xistî û piştre belav bûn.