Grevên birçîbûnê kete rojeva meclîsa Avûstûryayê

Partiya Demokratên Sosyal (SPO) ku partiya sereke ya muxalefetê ya Avûstûryayê ye, grevên birçîbûnê yên bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, anî rojeva meclîsê.

Grêvên birçîbûnê yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê û li çar hêlên cîhanê bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest pê kirin, li welatekî dî yê Ewropayê kete rojeva meclîsê.

Partiya muxelefetê SPO'yê pêşniyarnameyek, bi mebesta ku were bersivandina da Wezîra Karê Derve ya Avûstûryayê Karîn Kneîssl û helwesta hikûmeta Viyanayê ya li bara grevên birçîbûnê pirs kir.

Di pêşniyarnameyê de ya ku bi pêşengiya wekîlên SPO'yê Petra Bayr û Nûrten Yilmaz hatî hazikirin, derbarê greva birçîbûnê ya Leyla Guven û 7 hezar girtî agahî hate parvekirin û ji Kneîssl'yê hate pirsîn, ''gelo haya we ji van çalakiyan heye?''

Di pêşniyarnameyê de hate gotin li Imraliyê dewleta Tirk bi salan e tecrîda giran li ser Ocalan datîne, hevserokên berê yên HDP'ê jî di nav de gelek parlamenter bêyî ku îdîaname li ser wan were hazkirin hatine girtin, li girtîgehan êşkence û îzolasyon bûye parçeyek ji jiyanê.

Di pêşniyarnameyê de wiha hate gotin: ''Ji bo ku balê bikişînin ser rûdaneke dijmirovî tecrîdê 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Her wiha rewşa tendiristiyê ya parlamentera HDP'ê Leyla Guven her ku diçe kambaxtir dibe. Derbarê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û rewşa tendiristiya wan hûn agahdar in û li ser vê rewşê hûn çi difikirin?''

REXNEYA ''HÛN ÇIMA LI BARA ERDOGAN BÊDENG IN?' LI HIKÛMETÊ HATE KIRIN

Di pêşniyarnameyê de helwesta hikûmetê ya van demên dawî ya li bara rejîma Enqerê hate rexnekirin.

Di pêşniyarnameyê de hate bêdengiya li bara geşedanên li Tirkiyê mirva şaş dike û nûçeya di çapemeniya Avûstûryayê de ku dibêje, 2020'an navbeyna Enqere û Viyana de wê bibe saala çandê hate bibîrxistin.

Di pêşniyarnameyê de her wiha hate gotin Kneîssl tim bi hevtayê xwe yê Tirk Mevlût Çavûşoglu re pir hev dibîne û ev bang hate kirin:''Em dixwazin derbarê binpêkirna mafê mirovan a li Tirkiyê, ji bo astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û ramanê û ji bo ku mafên sereke yên girtiyên li girîgehan werin dayin, hûn tevbigerin.''