Greva Strasboûrgê di roja 87’an de ye: Berxwedanê mezin bikin

Di serdanên ji bo berxwedêrên li Strasboûrgê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 87 roj in di grevê de ne peyama ‘Divê berxwedan bê mezinkirin’ hate dayîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 14 siyasetmedar û aktivîstên Kurd a li Strasboûrgê dewam dike.

Her diçe rewşa çalakvanên grevê xirab dibe, lê çalakî bi biryardarî dewam dike. Serdanên ji bo çalakvan ên ji deverên cuda yên Ewropa jî bê navber dewam in.

Li gel gelek hunermend û muzîkvanan komek jinên ciwan ên ji Swêdê hatin, serdana berxwedêrên grevê kirin.

Di nava koma jinan a serdana berxwedêran kir de ev kes hebûn: Îmret Karaer, Canan û Ozlem Cengîz. Jinan anî ziman ku divê berxwedan bê xurtkirin, bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û Konseya Ewropa (KE) kir ku li dijî tecrîdê bikevin tevgerê.

Hunermendên Kurd ênli Elmanyayê dijîn, serdana çalakvanan kirin. Endamên TEV-ÇAND’ê Aytekîn Coşkûn, Huseyîn Akter, Haydar Yanmaz û gelek hunermendên din saetên sibê serdana berxwedêran kirin û desteka xwe ya ji bo wan anîn ziman. Aytekîn Coşkûn anî ziman ku divê gel xwedî berxwedêran derbikevin ku çalakî bi ser bikeve.

Endamên Hewldana Mereşê ên ji Basel a Swîsreyê jî hatibûn serdana çalakvanan kirin. Li ser navê Hewldana Mereşê Derwêş Kalkandelen axivî û bal kişand ser biryardariya çalakvanan.

Ji çalakvanan Ramazan Îmîr anî ziman ku ya wan li ser lingan digire hêvi û baweriya wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê Kurd e. Îmer belavûna çalakiyan a li Ewropa baş pênase kir.

Dîsa endamên Navenda Civaka Kurd a Demokrat a bajarê Mannhaîm a Elmanyayê serdana grevê kirin. Endamên NCKD diyar kir ku berxwedan mezin û didome, daxwaz kir ku heta tecrîd bê şikandin divê gel li ser lingan be.