Greva li Strasborûg di roja 25’an de ye: Amadekariyên meşê tên kirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê di roja 26’an de ye, ji bo meşa mezin a ku wê sibe li Parîsê bê kirin amadekariyên wê didomin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 26’an de dewam dike.

REWŞA TENDURISTIYÊ FIKARAN DIDE ÇÊKIRIN

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku 14 kes ku Parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî di nav de dewam dike, di rewşa tenduristiya hinek çalakiyan de nîşaneyên ku wê di siberojê de rîskên mezin bi xwe re bîne derdikevin.

Dr. Fahrettîn Gulşen ê ji nêz ve li rewşa çalakvanan dinêre, diyar kir ku ji hinek çalakvanan kîloyên mezin winda kirine û rêjeya xwînê di nava livînê de ye û hesasyeta hinekan a li hember deng û bêhnê fikaran dide çêkirin.

JI GELEKBAJARAN BERÊ XWE DIDIN STRASBOÛRGÊ

Ji bo piştgirîkirina çalakiya grevê ji gelek bajaran berê xwe didin Strasboûrgê.

Ji bajarên Dortmûnd, Essen ên Elmanyayê komeke Kurdistanî serdana çalakiyê kirin.

Di axaftinên li ser navê komên ji Dortmûnd û Essenê hatin de, daxwaz hete kirin ku di mijara grevê de divê hestyar bin.

Komek ji bajarê Lyon ê Fransayê jî berê xwe dan Strasboûrgê û ji bo piştgiriya çalakiyê serdana çalakvanan kirin.

Gelek Kurdistaniyên ji bajarê herêma Grand-Est û Strasboûrgê jî serdana çalakiyê kirin.

DI ROJA 25’AN DE JÎ BI SEDAN KES SERDAN KIRIN

Di roja 25’an a çalakiyê de jî bi sedan kes ji bo piştgirîkirinê serdana çalakvanan kirin. Kurdistaniyên ji bajarên Mannheîm, Stûttgart, Heîlbronn, Freîbûrg, Offenbûrg û Kehl, dîsa bajarên Selestat û Parîs ên Fransayê serdana çalakvanan kirin.

Li aliyê din hunermend Dogan Dogan û hurmendê herêmî yê bi navê Rezan berê xwe dan Strasboûrgê, serdana çalakiyê kirin. Di dema serdanê de stranên şoreşgerî pêşkêşî çalakvanan hatin kirin.

Rojan e Stêk TV, Medya Haber dîsa Aryen TV, Ronahî TV weşanên asayî yên li Strasboûrgê bi temaşevanên xwe re parve kirin.

WÊ SIBE LI PARÎSÊ BIN

Amadekariyên mezin ên ji bo ‘Meşa Mezin’ a ku wê sibe li Parîsê bê kirin dewam dike. Hate ragihandin ku li gel Strasboûrgê ji bajarên Mûlhoûse û Saînt Avold saet 11:00’ê şevê otobûs wê ber bi Strasboûrgê bikevin rê. Dîsa li ser navç çalakvanan wê hinek çalakvan tevlî meşê bibin.