Greva li Lavrîo bi koma 27’an di roja 131’an de didome

Çalakiya greva bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê hatibû destpêkirin ji aliyê koma 27’an ve hate dewirgirtin.

Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di roja 131’an bi koma 27’an didome.

Di çalakiya dewirgirtinê de axaftin hate kirin û gerîlayên li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin hatin silavkirin, li hember çalakiyên grevê yên di serî de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên gitiyan hatine destpêkirin, bi hestyar bin.

Grev bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Kurdistan ên Ewropa (TJK-E) û Navenda Çanda Kurd ve tê birêvebirin.