Greva birçîbûnê ya Tûzak di roja 24’an de ye

Li Dûîsbûrgê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmralî ya Mûstafa Tûzak di roja 24’an de ye.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Mûstafa Tûzak, di roja 24’an de didome. Serdanên piştgirîyê yên ji bo çalakiya Tûzak didomin.

Endamên FEDA, ATÎK, Êzidî û saziyên Elman, Enstîtusya Kurd û PKAN serdana Tûzak kirin.

Bijîşkên Kurd û Elman bi rêk û pêk Tûzak kontrol dikin û her ku diçe bi lez Tûzak li xwe dişkîne.