Greva birçîbûnê ya li Stockholmê didome
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li paytexta Swêd Stockholmê ji aliyê koma nû ve hate dewr girtin.
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li paytexta Swêd Stockholmê ji aliyê koma nû ve hate dewr girtin.
Greva birçîbûnê ya li paytexta Swêd Stockholmê ya di çarçoveya pêngava “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” hatibû destpê kirin mezin dibe.
Greva birçîbûnê ya 1’ê Nîsanê destpê kirî îro ji aliyê koma nû ya Meclîsên Herêma Bakurê Swêdê ve hate dewr girtin. Qonaxa duyan a çalakiyê li Odenplanê hate destpê kirin. Di çalakiyê de belavokên aghadar kirinê tên belavkirin, pankart û dovîz li kon hate daliqandin. Çalakî wê li lokala komeleyê dewam bike. Têkildarî çalakiyê daxuyanî hate dayîn û banga serdan û hestiyariyê hate kirin.
Her roj nûnerên sazî û partiyan wê serdana çalakiyê bikin û têkildarî çalakiyê werin agahdar kirin.