Greva birçîbûnê ya li Baselê bi dawî bû: Em ê bibin dengê girtiyan

Çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji aliyê rêxistinên sosyalîst ve bi armanca xwedîderketina daxwazên girtiyan li 4 navendên Ewropayê hemwext hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn, berdewam dike. Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Ciwanên Têkoşînê ve li bajarê Basel ê Swîsreyê bi boneya piştgiriyê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan dabû destpêkirin, îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Rêxistinên Sosyalîst di 2’ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanya, Parîs ê Fransa û Londona Îngilîstanê bi awayekî hemwext greva birçîbûnê ya 3 rojan dabûn destpêkirin.

Şandeyek ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-BL) serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Navenda Çand û Hunerê ya Perwerdehiyê ya Baselê kir. Endamê şandeya CDK-BL'ê Mîna Nzarî axaftinek kir û çalakiya greva birçîbûnê silav kir. Mîne Nazarî da xuyakirin ku ew tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û got: "Îro ev tecrîd veguheriye polîtîkaya li ser hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê bi yekitî û bi mezinbûnê bi ser bixin û bi ser bikevin."

Piştî axaftina Mîne Nazarî, endama Komîteya Greva Birçîbûnê Gulderen Sevîm mafê axaftinê girt. Gulderen Sevîm der barê çalakiyên hemwext ku li gelek navendan li dar xistin û îro bi dawî bûn de ev tişt got: "Em polîtîkayên faşîzma dewleta Tirk a li dijî girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên nexweş şermezar dikin. Îro em dawî li çalakiya birçîbûnê ya 3 rojan a ku li vir dabûn destpêkirin tînin lê belê em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê bi çalakiyên cuda bidomînin."

Di dawiyê de Gulderen Sevîm bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên demokratîk kir ku li dijî pêkanînên keyfî, her cure êşkence û tecrîda li ser girtiyan dengê xwe bilind bikin.