Gokay Akbûlût a ku di heman demê de endama Komîsyona Hiqûqê ya Meclîsa Federa lû Berdevka Polîtîkaya Koçberan a Partiya Çep e, em roportaja wê diweşînin.
Akbûlût derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku Partiya Çep piştgiriyê didin daxwazên çalakgeran û got ku “Ev daxwaz, daxwazên demokratîk û humanîst e. Beriya her tiştî divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin. Partiya me, Partiya Çep derbarê tecrîdê li Meclîsa Federal, Konseya Ewropayê û li Parlementoya Ewropayê pirsname amade kir. Ji bo rakirina tecrîdê divê hevdîtin bi rêzdar Ocalan re were kirin û ji bo analîzkirina rewşa Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê yên di zindanan de, divê CPT delegasyonekê bişîne Îmrali û Amedê.”
Akbûlût bal kişand ser vî tiştî ku di siyaseta Elmanyayê de li hemberî Erdogan antîpatiyek heye lê di heman demê de têkiliyên Tirkiye û Elmanyayê jî normal bûne. Akbûlût diyar kir ku di sala 2017-2018’an de Elmanyayê nêzî 20 milyon Eûro çek firotiye Tirkiyeyê û Elmanya û Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê didin Tirkiyeyê ku li dûrî demokrasiyê ye.”
Akbûlût diyar kir ku di dema dagirkirina Efrînê de ew bi hemû komên li Parlementoya Elmanyayê civiyabûn û bal kişandibûn ser vî tiştî ku Tirkiyeyê êrîşên li dijî hiqûqê pêk tîne û van êrîşan bi çekên Elmanyayê dike.
Akbûlût di roportaja xwe de diyar dike ku li gelek bajarên Elmanyayê çalakî didomin û ew jî xebatên li parlementoyê dikin.
Akbûlût diyar dike ku du sê hefte berê wan xwestine bi berdevkê CPT’ê yê li Elmanyayê bicivin lê CPT’ê destûra vê hevdîtinê nedaye. Ji ber prosedurên navxweyî yên Konseya Ewropayê vê daxwaza hevdîtinê nehatiye qebûlkirin lê di Konseya Ewrûpayê de HDP’ê pêşniyaznameyek dabû û grevên birçîbûnê ketibû rojeva Konseya Ewropayê.