SALVEGERA 42’EMÎN A BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê bi wesîleya salvegera 42'yemîn a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bîranîn hat lidarxistin.
Bîranîn li Komeleya Çanda Kurd a Drancyê hat lidarxistin û Endamê KNK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, Malbatên Şehîdan, Dayikên Aştiyê û Kurdistanî tevlî bûn.
Çalakî di şexsê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê xeta têkoşînê ya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û berxwedana wan a li Zindana Amedê hate vegotin.
Paşê Zubeyîr Aydar mafê axaftinê girt û bi bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dest bi axaftina xwe kir.
‘PDK DAWIYA XWE AMADE DIKE’
Zubeyîr Aydar diyar kir ku dewleta Tirk 100 sal in qirkirinê dike û êrîşên dagirkerî û ilhaqê yên îro li ser Başûrê Kurdistanê girêdayî konsepta qirkirinê ye. Aydar anî ziman ku PDK ku hevkarê dewleta Tirk e, li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevnagere û di nava xefletekî mezin de ye.
Aydar referanduma serxwebûnê ya 7 sal berê li Başûr hat kirin bi bîr xist û got: “Erdogan wê demê bi ambargo û birçîbûnê re gef li gelê Başûr xwar. Malbata Barzanî divê ev yek baş bizanibe, pirsgirêka dewleta Tirk ne bi PKK’ê re ye, bi gelê Kurd re ye. Dewleta Tirk heta ku qirkirina Kurd pêk neyne wê nesekine. PDK ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, dawiya xwe amade dike. Çawa ku me li Şengal û Rojava nirxên gelê xwe parast, em ê li her derê heta dawî bi heman awayî biparêzin.”
Aydar wiha berdewam kir: “Rêber Apo bi derketina xwe re wêjeya li Kurdistanê guhert. Berê her partiyeke siyasî herêma ku lê dijiya weke Kurdistanê bi nav dikir. Ji bo herêmên din têkoşîn nedikir. Ji bo kesekî ji Bakur, Bakur Kurdistan bû, ji bo kesekî ji Başûr, Başûr Kurdistan bû. Ev ji bo Rojava û Rojhilat jî derbasdar e. Rêber Apo got, ‘Kurdistan ne çar parçe ye, welatê me yek e; Kurdistan e.’ Rêber Apo bi tevgera ku ava kir, neteweyî bû. Îro jî felsefeya wî gerdûnî bûye.”
‘GERÎLA BI RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ LI BER XWE DIDE’
Aydar destnîşan kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û wiha got: “2 sal in li Girê FM bi vê ruhê û bi vînekî mezin li ber xwe dide. Ruhê fedayî û baweriyeke mezin raber dike. Li Metîna, Zap, Avaşîn, Xakurkê, Heftanînê jî bi heman awayî berxwedaneke mezin heye. Gerîla bi fedakariyeke mezin nirxên gelê me diparêze. Divê em jî xwedî li van nirxên mezin derbikevin. Em ji vir gerîla silav dikin û diyar dikin ku em bi wan re ne.”
‘EM Ê RÊBER APO AZAD BIKIN, BI WÎ RE AZAD BIBIN’
Aydar got: “Rêber Apo û bi hezaran hevreyên me girtî ne. Rêber Apo 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, 40 sal in tu agahî jê nayê girtin. Divê em vê rastiyê tucar ji bîr nekin. Dema em li dîroka Kurdistanê ya bi hezaran salan dinêrin, tu rêberekî gelê Kurd bi vî awayî nerakirye li ser piyan. Rastiya Rêber Apo ev e. Îro erka me ya herî mezin ew e ku Rêbertiya xwe ji destê dijmin rizgar bikin. Divê em hemû bi vê berpirsyariyê nêzî Pêngava Azadiyê bibin. Ev berpisyariyeke dîrokî ye.
Em careke din di serî de Rêber Apo û gerîlayên li zîndan û çeperan li ber xwe didin silav dikin û dibêjin; “Ey Serok Apo em ê te rizgar bikin, em ê bi te re azad bibin.”
Piştî axaftina Zubeyîr Aydar, Dayikên Şehîdan û gel axivîn û çalakî bi dawî bû.