BI DÎMEN

Gerîlayê HPG’ê Mahîr Mûnzûr li Aargaûyê hat bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Mahîr Mûnzûr ê li bejahiya Dersimê di sala 2018’an de şehîd bibû, li Aargaûyê bi merasîmekê hat bibîranîn. Xwişka gerîla Mûnzûr, Berîvan Kit, di bîranînê de axivî û got: “Em ê timî li ser şopa şehîdan bimeşin.”

Gerîlayê HPG’ê Mahîr Mûnzûr (Cîhan Kit) yê di sala 2018'an de li bejahiya Dersimê di şer de bi 7 hevalên xwe re şehîd bibûn, li bajarê Aargaû yê Swîsreyê bi merasîmekê hat bibîranîn. Bîranîn li lokala Mala Kurdan bi tevlêbûna malbatên şehîdan, endamên Komeleya Malbatên Şehîdan, endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn, endamên Meclîsa Mehmet Tunç û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre nivîsa hevrêyên gerîla Mahîr Mûnzûr nivîsî bûn, hat xwendin.

‘EM Ê TIMÎ LI SER ŞOPA ŞEHÎDAN BIMEŞIN’

Di bîranînê de xwişka gerîla Mahîr Mûnzûr, Berîvan Kit axivî. Kit bal kişand bi ser aliyê kedkar ên gerîla Mûnzûr û got: “Em hîna biçûk bûn bavê me hat girtin. Şehîd Mahîr Mûnzûr ne tenê ji min re bira bû. Ji min re bav û bira bû. Ez hêza ku wî bibêjim dixwe de nabînim. Wî ji bo gelê têkoşiya. Di dema cenaze de min ji dayika xwe re gotibû. Ez ê dîsan jî dixwazim bibêjim. Di her şert û mercê de em ê timî li ser şopa şehîdan bimeşin. Şehîd namirin.”

Di bîranînê de Endamê Komsîyona Meclîsa Mehmet Tunç a Aargaû û Endamê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV) bavê gerîla Mûnzûr, Necmettîn Er, rêveberê KOMAW’ê Mustafa Karahan û siyasetmedar Fûat Pazarcik axivîn.

Fûat Pazarcik bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “3 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.” Pazarcik anî ziman ku eger em dixwazin li şehîdan xwedî derkevin, divê em têkoşîna wan li erdê nehêlin.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna şehîd Mahîr Mûnzûr vedibêje hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.