Gerîlayê Elman Reîmer li Hambûrgê hate bibîranîn

Gerîlayê Elman Jacob Rîemer (Şiyar Gabar) ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de,ya Tîrmeha 2018'an bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûyî, li Hambûrgê hate bibîranîn.

Gerîlayê entenasyonalîst Jacob Rîemer 9'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bûbû. Di salvegera pêşî ya şehîdbûnê de ji hêla Tatort Kurdistanê ve li Hambûrgê bernameyeke bîranînê hate kirin.

Di bernameyê de gerîla Sarah Handelman (Sara Dorşîn) ku 7'ê Nîsanê bi êrîşa hewayî ya Tirk ya li ser Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûyî, hate bibîranîn.

Di bîranînê de têkilî jiyana Rîemer sînevizyonek hate nîşandan.

Nûçegihan Annet Bender, Anja Flach ku 3 salan li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kirî û ji nûnerê ISKU'yê Wolfgang Strowe jî li bîranînê hazir bûn û têkilî du gerîlayan axivîn.

Şivan Ûsiv ku ji Rojava hatî jî got demekê rêya wî û Şiyar Gabar li hev rast hatiye.

Ûsiv got li Dortmundê Reîmer nas kiriye û diyar kir, Rîemer heqî    qeta xwe li çiyayên Kurdistanê dîtiye.

Her wiha stranbêj Şener Yildiz di bîranînê de strand.