Gerîlaya YJA Starê Tavîn Tekoşîn li Kolnê hat bîranîn
Gerîlaya YJA Starê Tavîn Tekoşîn ya li Bestayê şehîd bibû, li bajarê Koln ê Elmanyayê hat bibîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Tavîn Tekoşîn ya li Bestayê şehîd bibû, li bajarê Koln ê Elmanyayê hat bibîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Tavîn Tekoşîn (Sîbel Çelîk) ku bi hevalên xwe re li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Besta ya Botanê di 21, 22 û 23’ê Çileya 2023’an de derbên giran li dagirkeran xistibû û şehîd bibû, îro li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hat bibîranîn. Malbata Tavîn Tekoşîn û gelê Kurdistanê tevlî bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê ve hat lidarxistin bûn.
Di bîranînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Tevgera Jinên Tekoşer (TekoJIN) axaftin hatin kirin. Di bîranînê sînevîzyona li ser şehîdên Bestayê û Tavîn Tekoşîn hate nîşandan.
Li ser navê KOMAW'ê Cahîde Goyî jî axivî û got: "Her lehengek dîrokek nivîsiye. Ji bo gelên azad, Rêberekî azad, welatekî azad canê xwe feda kirin.”
Li ser navê TekoJIN Ronahî Cûdî jî axivî û got: "Hevala Tavîn Tekoşîn jineke ciwan bû, li Kurdistanê mezin nebû, evîndarê welatê xwe û tevgera azadiyê bû. Derfetên wê yên din jî hebûn, lê tercîh nekir. Ji bo azadiya welatê xwe têkoşîn hilbijart. Di vî warî de Heval Tavîn Ji bo me mînakeke mezin e.”
Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Jinan ya Viyan jî axaftinek hat kirin. Di axaftina ku bi bîranîna Tavîn Tekoşîn û Viyan Soran a di 2'ê Sibata 2006'an de bi çalakiya fedaî şehîd bûn, hate gotin ku Viyan Soran ji bo şermezarkirina tecrîd û komplogeran çalakiya fedaî pêk aniye.
Di bîranînê de hemû Kurdistanî ji bo Meşa Mezin a Kolnê ya 17’ê Sibatê hatin vexwendin.