Gelê Asûr/Sûryan/Keldan damezirandina PKK'ê pîroz kir

Partiya Azadiyê ya Mezopotamayayê (MOP) li ser navê gelê Asûr /Sûryan /Keldan salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê pîroz kir.

MOP'ê di daxuyaniya niviskî de de got, ''Em li ser navê gelê Asûr/Sûryan/Keldan salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê li gelê Kurd, kesên ku di vê rêyê de jiyana xwe feda kirine û li Rêbertiya PKK'ê pîroz dikin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Em lîderên şoreşger, di şexsê fermandar Hakî Karer, Qasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan û Yilmaz Deniz de ku ji bo ku ev roj bên bi rola şoreşger rabûne, hemû şehîdên şoreşê bi hurmetê bi bîr tînin.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ''Di dîrok Mezopotamyayê de perspektîfa şoreşger, demokratîk a PKK'ê pêşengî kiriye, gel anîne cem hev, li ser vê zemînê gelê Kurd bi cîhanê daye naskirin.

PKK li hemû qadên jiyanê bi berxwedana dijî qirkerî, mêtingerî û nîjatperestiya dewleta Tirk ji mezlûm, jin û ciwanan re bûye hêvî, li nav gelek civakan, jinan û ciwanan bûye xwedî sempatî. Dema ku PKK tê gotin bawerî, berxwedan, hêvî, wekhevî, azadî û demokrasî tê bîra mirov. Bi vî rengî di navbeyna gelê Kurd Asûr/Sûryan/Keldan û Ermeniyan û gelên din de girêdaneke nû jiyana hevpar çêbûye. Ev girêdan her demê li dijî hişmendiya dewleta Tirk, li dijî hişmendiyên din ên mêtinger û têkoşîona demokrasiyê. Di sedsala 21'ê de gel bi vî rengê jiyanê dikarin bi hev re bimeşin.

Li dijî vê vîna PKK'ê dewleta Tirk a ku bêgav mayî, ji nav gelê Kurd hin derdora dane rex xwe û dest bi plana tasfiyekirina PKK'ê kirine. Dewleta Tirk a qirker li gel hemû derfet, êrîşên xwe jî li bara gerîla li Heftanînê û qadên din derbên giran xwariye. Ji ber vê bi dijminên derve mirov hilnaweşe, lê ku ji nav mirov hinek destkê bidin dijmin rewş wê demê ne baş e. Em hêvî dikin hin derdorên li nav Kurd nebin maşika dewleta Tirk a qirker, hewl nedin ku deskeftiyên gelê Kurd zirarê bibînin.

Em MOP dibêjin banga me li PDK'ê û PKK'ê heye; heke pirsgirêkek hebe bila bi çarçoweya pîvanên neteweya demokratîk werin çareserkirin.

Em ji PKK'ê re ku bûye hêviya azadiya gelên Rojhilata Navîn di sala 43'yan de serkeftinê dixwazin, hêvî dikin ku ji bo Rêzdar Ocalan û mehkûmên din ên azadîxwaz bibe sala azadiyê.'''