BI DÎMEN

'Gel û gerîla bi hev re dikarin rê li ber dagirkeriyê bigirin'

Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst li ser başûrê Kurdistanê berdewam in. Têkildarî vê yekê rojnamevan û şanokar Karzan Qadir wiha got: “Gel û gerîla temamkerê hev in û divê gel piştgiriyê bide gerîlayên azadiyê.”

Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst li ser başûrê Kurdistanê berdewam in û welatparêz nerazîbûn û helwesta xwe nîşan didin û dibêjin ku Tirkiye dixwaze xewn û siyaseta Osmaniyan bidomîne û başûrê Kurdistanê jî xistiye xizmeta projeyên xwe. Her wiha dibêjin ku ev dagirkerî bi hevkariya aliyekî desthilatê, ku PDK ye, tê meşandin.

Di derbarê vê yekê de şanokar û rojnamevan Karzan Qadir ji ANF’ê re axivî û got: “Tiştê ku dewleta Tirk a faşîst li herêmên sînorî dike, careke din dubarebûna Enfalê ye li hember gelê Kurd. Tiştê ku berê partiya Beesê bi taybetî li herêma Germiyanê pêk dianî, niha jî Tirkiye li ser xalên sînorî pêk tîne û xelkê gundan neçar dike ku cihên xwe terk bikin. Ev siyaset dubarebûna heman xewn û siyaseta Osmaniyan e û zindîkirina Mîsaqa Millî ye.”

'HER DESTHILATDARIYEKE KU NE BI GELÊ XWE RE BE, WÊ DI DAWIYÊ DE TÊK BIÇE'

Derbarê bêdengiya partî û aliyên Kurdî û Hikûmeta Iraqê û xiyaneta PDK'ê de, Karzan Qadir diyar dike ku her aliyekî desthilatdar ku ne bi gelê xwe re be, dawiya dawî têk diçe û wiha domand: “Niha gelek aliyên Kurdî û hetta Hikûmeta Iraqê jî li hember dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst bêdengî hilbijartine. Eger dengê xwe bikin jî, ew jî tenê belavkirina daxuyaniyekê ye, ku di vê rewşê de ev yek nabe helwestgirtin. Dewleta Tirk beşeke mezin a axa parêzgeha Dihokê dagir kiriye. Her wiha herêma Amêdiyê ku dîrok şahid e ku ser bi axa Kurdistanê ye, wek beşeke Tirkiyeyê dide nasandin. Hemû ev jî bi hevkariya aliyekî desthilatê, ku PDK ye, tê kirin. Lê divê her kes vê rastiyê bizane, her aliyekî desthilatdar ku ne bi berjewendiyên gelê xwe re be dawiya dawî têk diçe û xiyaneta wê bi ser nakeve.”

'GERÎLAYÊN AZADIYÊ, LI DIJÎ XERABKIRINA JÎNGEHA KURDISTANÊ RADIWESTIN'

Karzan Qadir têkildarî berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriyê wiha got: “Di rastiyê de tiştê ku Hêzên Parastina Gel dike, tiştekî bêhempa ye û divê gel bizane ku yekîtiya li gel gerîlayên azadiyê dikare dawî li dagirkeriyê bîne. Gel û gerîla her tim temamkerê hev in ji bo serkeftina li dijî dagirkeriyê. Ji ber ku Tirkiye tu carî Kurdistanê nas nake û naxwaze başûrê Kurdistanê hebe. Lewma divê her kes li dijî dagirkeriyê raweste. Tirkiye her wiha li başûrê Kurdistanê jîngeha Kurdistanê jî xerab dike. Bi şewitandina rez û darên me jîngeha me wêran dike. Yên ku li hember vê xerabkirina jîngehê radiweste gerîlayên azadiyê ne.”

Karzan Qadir di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Tiştê herî girîng ku em bikin ew e ku em nebin destika dagirkeriyê. Eger em nekarin tiştekî bikin jî, em dikarin hemû kelmelên Tirkî boykot bikin û di malên xwe de rêzefîlmên wan boykot bikin û piştgiriya dagirkeriyê nekin.”