Gel li Zurîhê ji bo Rojava daketin qadan
Kurdistanî û dostên wan bi meşekê ya heta pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Zurihê êrîşên dagirker ên Tirk protestokir.
Kurdistanî û dostên wan bi meşekê ya heta pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Zurihê êrîşên dagirker ên Tirk protestokir.
Li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre bi sedan kesên ji pêkhateyên cuda yên li Rathaûsbrûcke a Zurîhê hatin ba hev bi dirûşim û pankartên hildabûn êrîşên dewleta Tirk a dagirker protestokirin.
Di meşê de peyama ‘Roj roja ji nû ve mezinkirina berxwedanê ye’ hate dayîn.
Di tevahiya meşê de li dijî êrîşên dagirkeriyê belavok hatin belavkirin. Hate gotin ku weke gel wê li qadan bin û bi domdarî destekê bidin berxwedana Rojava.