Rûniştina Pêşî ya Fîncancî, Onderoglu, Nesîn û Kizilkaya pêk hate, ku ji ber sedema tevlî kamanpyaya ‘’Rêveberiya Weşanê ya Giştî ya Nobedar’’ a Ozgur Gundemê bûne, pêk hat. Fîncancî û Onderoglu diyar kirin ew li peywira xwe ya xwedîderketina li azadiya çapemeniyê bûne.
Doz li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin ku gelek nûçegihan, siyasetmedar û parêzerê mafê mirovan û parêzer amade bûn. Nûçegihan Kizilkaya ku li Girtîgeha Silîvrî ya Nimro 9 dimîne neanîn rûniştinê.
Di rûniştinê de piştî ku tespîta nasnameyê hate kirin pêşî Erol Onderoglu parastina xwe kir.
Onderoglu diyar kir ev nêzî 20 sal in dozên nûçegihanan li Tirkiyê dişopîne û heta niha wî govanî ji gelek geşedanan re kiriye. Onderoglu bal jişande ser zext û zordariyan û nehiqûqiya dozên ku li ser wan hatin vekirin û got, di dozên çapemeniyê de Tirkiye ji hêla DMME’yê ve hatie mehkûmkirin.
ONDEROGLU: PEYWIRA ROJNAMEVANAN EW E KU RAYA GIŞTÎ AGAHDAR BIKIN
Onderoglu diyar kir û got, bi taybetî piştî rewşa awarte li Tirkiyê medya bûye axeke şorax û rewşa Tirkiyê ya di nav dinyayê de diyar kir.
Onderoglu diyar kir peywira rojnamevanan ew e ku raya giştî agahdar bikin û ji ber ku wan azadiya çapemeniyê parastine hatin girtin û sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin.
Şebnem Korur Fîncancî jî diyar kir derheqê dozger de ku li ser wan doz vekiriye wan gilih kiriye û got, ‘’Devjêberdana azadiyê devjêberdana ji mirovbûna xwe, ji peywira xwe ye. Azadiya ramanê yekane derman e ji bo neqenciyan. Mirovê ku nirxê wî nebe di civakê de tenê dimîne.’’
FÎNCANCÎ: MIN PEYWIRA XWE BI CIH ANÎ
Fîncancî paşeroja Ozgur Gundemê bi bîr xist û got, deset li ser nameyên Zana Kaya û Înan Kizilkaya hatiye danîn û pirsî bê ka çima tecrîd li ser wan hatiye danîn. Fîncancî got, ‘’Min peywira xwe bi cih anî’’ û sûcdariyan li ser xwe qebûl nekir.
Parêzer Merîç Eyyuboglu jî ji bo rêveberên ku têne darizandin berat xwest û bal kişande ser zextê li ser Ozgur Gubdemê yên beriya Rewşa Awarte jî û got: ‘’Êrîş bi esasî li ser azadiya çapemeniyê hate kirin û li ser kesên ku di çalakiya nobetê de cih digirin ev êrîş pêk hatin. Sedema dî ya ku Ozgur Gundem di hedefê de ye ew bû ku behsa pirsgirêka Kurd dikir.’’
Serokê Baroya Amedê Prz. Ahmed Ozmen jî got: ‘’Em pir hînî van salonên rûniştinê ne. Ti caran helwesta darazê tam serbixwe nebûye. Îro li ser me hemûyan bêhêvîtiyek heye. Ku beriya 20’ê Tîrmeha 2015’an bûya yek ji van kesên ku tevlî vê kampanyayê bûne wê nehatana girtin. Ji wê demê ve dewlet hatiye pîroz kirin û çi kesê ku gotinekê li ser dewletê dibêje weke dijmin tê ragihandin. Ji ber ku nabêjin, ‘’ê ku pêvajora çareseriyê xira kirirye rêxistin e ‘’ têne darizandin. Me tim demokrasî parast. Ev doz ne ji wan doza ye ku em lê binerin bê ka ji hêmana sûc tê de heye yan na. Hûn vê darizandinê ne li ser navê desthilatdariyê li ser civakê dikin, beriya ku ev were jibîrkirin bila biryar were dayin.’’
Prz. Rengîn Ergul jî amaje bi dewleta Tirk kir ku bi Rewşa Awate re êdî dewleta Tirk bê destûr bingehîn tê birêvebirin û got, ‘’Fîncancî û Onderoglu sûc nekirine, tespîta rewşê kirinê. Ev li dadgehê weke sûc nayê darizandin. Li vê dadgehê ji ber ku li pişt Kurdan sekinîne têne darizandin. Piştî parastinan şandeya dadgehê biryar da ku Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya di rûniştina bê de tevlî rûniştinê bibe û rûniştin taloqî 11 Çile 2017’an kir.