ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re wê bêne şopandin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok bikaranîn zimanê înkarê rexne kir û diyar kir ku divê siyaset bi rengekî hevgirtî bê meşandin. Dîlok destnîşan kir ku desthilatdarî û medya divê zimanê bi jehr biterikînin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku divê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Rojava tavilê bêne rawestandin û got, "Êrîş nayên qebûlkirin."

Aktîvîsta Durzî Raqiye Meşel Al Şaîr anî ziman ku ew polîtîkayên cîhadîst ên HTŞ'ê yên li dijî gelan û jinan qebûl nakin û got, "Jin xwedî wî mafî ne ku li her qada jiyanê hebin û di nava şert û mercên wekhev de jiyana xwe dewam bikin."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên ku di salvegera dagirkirina Efrînê de bêne lidarxistin wê werin şopandin.

Ji dagirkirina Efrînê û vir ve 784 kes hatin qetilkirin, 9 hezar kes hatin revandin. Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo got, "Gelên ku xaka wan hatiye dagirkirin divê bi rengekî ewle vegerin warê xwe û dagirker bêne derxistin."