Dayîkên Şemiyê ji bo Abdullah Canan ê ku ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin kombûn
Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan ê ku 29 sal berê li Colemêrgê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, hatin gel hev.
Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan ê ku 29 sal berê li Colemêrgê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, hatin gel hev.
Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev, 1034’emîn çalakiya xwe lidar xistin. Dayikên Şemiyê vê heftê li aqûbeta Abdullah Canan (43) ê ku di 17'ê Çileya 1996'an de li Colemêrgê piştî binçavkirinê bi heft guleyan hatibû qetilkirin, pirsîn.
Di çalakiya vê heftê de daxuyanî ji aliyê seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin.
Gulseren Yolerî got, "Çend sal derbas dibin bila derbas be, ji bo Abdullah Canan, ji bo hemû windahiyên me em ê her edaletê bixwazin. Em ê bîr bixin ku pêwîste dewlet di nav normên hiquqî de tevbigere."