Rojnamevana binçavkirî: Nikarin me têk bibin
Rojnamevana binçavkirî Reyhan Hacioglu got, “Ev polîtîka nikare me têk bibe. Em ê her tim rastiyê vebêjin."
Rojnamevana binçavkirî Reyhan Hacioglu got, “Ev polîtîka nikare me têk bibe. Em ê her tim rastiyê vebêjin."
Di derbarê 6 rojnamevanên ku li Wan, Stenbol û Mêrsînê hatin binçavkirin de biryara sînordarkirina parêzaran hat girtin.
Rojnamevan Reyhan Hacioglu ya ku li Wanê hatibû binçavkirin bi parêzara xwe Jiyan Ozkaplan re hevdîtîn kir. Hate ragihandin ku rewşa tendurîstiya Reyhan Hacioglu baş e.
Reyhan Hacioglu ev peyam şand, "Ev polîtîka nikare me têk bibe. Em ê her tim rastiyê vebêjin. Em fikarên cihî jiyan nakin. Ji bo rastiyê binivîsin cih ji bo me ne girîng e. Wê ragihandina azad bêdeng nemîne."
Parêzar Jiyan Ozkaplan got, dê muwekîla wê roja Duşemê bi riya pergala deng û dîmenê (SEGBÎS) îfade bide dozgeriya Stenbolê.